NAVENDA NÛÇEYAN –
Aslan ASLAN nivîsand —
Di dawiya Çileyê 2022’an de hewldana revê ya çeteyên DAIŞ’ê ji girtîgeha Hesekê çêbû.
Di dawiya Çileyê 2022’an de hewldana revê ya çeteyên DAIŞ’ê ji girtîgeha Hesekê çêbû. Pirraniya çeteyên hewl dan birevin, hatin girtin. Hin ji wan jî hatin kuştin. Lê hejmarek jî reviya. Şerê li dijî wan çeteyan, hefteyekê dewam kir. Vê bûyerê li Rojava bandoreke mezin kir. Ji ber ku bûyereke mezin bû û reva bi hezaran çeteyan jî pîlaneke mezin bû. Yên dixwestin wan çeteyan birevînin, pîlan dikir ku komkujiyên mezin pêk bînin. Her çiqas şehadet çêbibin jî lê encama ku çeteyan dixwest, pêk nehat. Di vê bûyerê de careke din fedekariya şervanên QSD’ê hat dîtin.
Çawa ku wan şervanan li Kobanê, Reqa, Minbic û Tebqayê dawiya DAIŞ’ê anî, li Hesekê jî heman dîmen hatin dîtin. Şervanên jin dîsa li pêş bûn û li dijî wan çeteyan şer kirin.
Bûyera li Hesekê ji aliyê hin derdoran ve jî hat berevajîkirin. Hin dezgehên çapemeniyê bi ser halan de şerekî taybet meşandin û operasyona li dijî çeteyan, reş dikirin. Ewrûpa û çapemeniya wê jî wekî bûyereke ji rêzê ew dît. Lê dema ku ji girtîgeheke Ewrûpayê yek kes direve, tevahiya çapemeniya wê di manşetên xwe de qala wî kesî dike û her roj behsa reva wî û girtina wî dike. Lê li beramberî reva hezaran çeteyan, ew çend ne bi helwêst bû.
Heger ew çete reviyabana, wê îro li serê Ewrûpayê jî bibûna bela. Ma ne ew çete û hevkarên wan bûn di sala 2015 û 2016’an de li Ewrûpayê komkujî û êriş dikirin. Bi saya wan şervanan, dawî li wê felaketê hat. Di oxira wê de bi hezaran şervan şehîd bûn. Li Hesekê jî heman tişt hebû.
Rojava berdêlên giran dan û hê jî dide. 121 şehîdên Hesekê li her derê deng veda. Ji bo wan cangoriyan merasîmên mezin pêk hatin. Dema ku cenaze dihatin veşartin dewleta Tirk li Şengal, Mexmûr û Rojava êriş kirin. Dewleta Tirk têkçûna çeteyan a li Rojava, hezm nekir û xwest ku tola xwe hilîne. Her kesî dizanîbû ku di bûyera Hesekê de tiliya dewleta Tirk heye û ji ber vê yekê jî gelek wext derbas nebû, êrişên xwe domandin. Êrişên piştî Hesekê jî nîşan didin ku hedefên mezin li pêşiya dewleta Tirk bûn. Heger ne wilo ba, di şevekê de bi awayekî hemwext li Rojava, Şengal û Mexmûrê êriş nedikir. Yek ji armancan guhertina rojevê bû. Dixwazin bûyera li Hesekê ji rojevê derxin. Ya din encamnameya civîna PKK’ê ya salane ye. PKK’ê heman rojê eşkere kir ku civîna xwe ya salane pêk aniye. Ew PKK ya ku dewleta Tirk serê çend sala ye dibêje, min qedandiye. Lê çawa dibe ku PKK ya tineye, civînê çêdike. Mesele jî ev e. Ji her alî ve şerekî taybet li dijî tevgera azadiyê ya Kurdistanê tê meşandin. Li aliyekî çapemeniya başûr dane kêleka xwe û bi zimanê Kurdî dijminatiyê dikin. Li aliyê din hin hêzên Kurd jî hevkariyê ji vê dijminatiyê re dikin.
Bûyera li Hesekê li welatekî din bûya, wê qiyamet rabûya. Ti welatî ewqasî nedikarî li ber wan çeteyan li ber xwe daba. Lê tevî ewqas êriş û dorpêçê jî şervanan ew çete têk birin. Gelek kesan digot, çima wan çeteyan xwedî dikin û nakujin. Lewma ji bo bûyerê qala qelsbûna QSD’ê dikirin. Yanî çawa hiştine bûyereke wiha biqewime. Lê em qala hezaran çeteyan dikin.
Dewleta Tirk û hevkarên wê ji bo revandina wan çeteyan amadekariyeke mezin kiribûn. Ew pîlana wan têk çû. Berdêlên giran hatin dayîn û hê jî xeter heye. Ji bo têkbirina van xeteran pêdivî bi hevkariyê heye. Xelkê Rojava divê bi her awayî hevkariyê bi şervanên xwe re bike. Ji her alî ve êrişeke mezin heye. Divê gel nekeve wê pozîsyona ku zimanê dagirker bi kar tînin. Li şûna kêmasiyan li lehengiya wan şervanan binihêrin.
Li şûna kêmasiyan li dijminatiya wan hêzan binihêrin. Heger ne wilo be, wê demê hûn dikevin xizmeta wan dagirkeran. Jixwe, tişta ku dixwazin jî tevlihevî ye. Di destê dewleta Tirk de jî tenê ew maye. Tevlihev dike û xelkê mijûl dike. Bi vê yekê re hewl dide rojevê biguherîne. Rojeva Kurdan jî divê têkoşîna li dijî faşîzmê be.