NAVENDA NÛÇEYAN –
Di Peyîza sala 1979’an de Xumeynî artêşek ji 20 milyon kesî di jêr navê Besîc de îlankir.
Piştî di sala 1980’an de ji aliyê parlementoya Îranê ve bi fermî hat pejirandin, girêdayê Supayê Pasdaran hat kirin.
Li Rojhilatê Kurdistanê kî peyva Besîc dibihîse, yekser hinek kesên bi rêxistinkirî ku ew kes bi îradeya Xamneyî tên birêvebirin, amadene ji bo berjewendî û pêkhateya hikûmeta Xamneyî hemû cûre tawanek bikin, tê bîra wan.
Bi destpêkirina şerê Iraq-Îranê re Besîc ji bo tevlikirina ciwanan a nava artêşa Îranê di nava dibistanan de dest bi tevilkirina xwendekaran a nava Besîcê kir û wan dişand eniyên şer ên li gel Iraqê.
Li gorî amarên rêxistina Besîc, di nava 8 salên şer de 550 hezar xwendekar şandine eniyên şer. Ji vê hejmarê zêdetirî 36 hezar xwendekar di şer de hatin kuştin yan jî winda bûn.
Li gor heman amaran, 2 hezar 853 kesan di şer de parçeyek ji laşê xwe windakirin, 2 hezar 433 kes dîl ketin destê artêşa Iraqê û piştre hatin berdan.
Berovajiyê amarên rejima Îranê, Rojnamevan û Nivîskarê Brîtanî Christopher Hitchens dibêje di şerê Iraq-Îranê de nêzî milyonek û nîv zarokên Îranê hatin kuştin.
Kesên dibin endamên Besîcê hemû kar û erkên ku rejima Îranê bide wan neçarin bi awayê herî baş pêkbînin.
Li gorî lêkolînek ya rêxistina KJAR’ê, piraniya kesên tevlî rêxistina Besîc dibin, ji çîna hejarin yan jî bi pirsgirêkên civakî yên wek hejarî, bêkarî, mexdûrên şideta malbatî û tevlî karên kirêt bûne ne.
Erkê Besîciyan
Besîc hêzeke piranî di dema xwepêşandanên gel ên li dijî rejimê de ji bo bêdengkirina gel û veşartina binpêkirinên rasterast ên rejimê tên bikaranîn.
Endamê Meclîsa PJAK’ê Amed Şaho, di pirtûka bi navê Awêney Merg de li ser Besîc û Besîcbûnê dibêje; “Rêbazeke sîstemkarî ya desthilatê ye, ji bo tirsandina civakê tê bikaranîn. Her wiha ji bo tevilkirina ciwanan a nava sîstema rejimê tê bikaranîn û wan kesên tevil dibin jî bê îrade dihêlin.”
Derbarê rola Besîc de jî dibêje, ev hêza çewsêner bûye sedema têkdana ewlehiya gel û rewşek aloz çêbe. Vê hêzê xwe di nava hemû sazî û dezgehan de bi cihkiriye, ji bo bê îradekirin û bêdengkirina dengên nerazî di xebite.
Mexdûrên destê Besîcê
Li gorî amarên rapora Rêxistina Efuyê ya Navneteweyî ku derbarê nerazîbûnên gelên Îranê yên sala 2019’an belavkiriye, di dema xwepêşandanan de herî kêm 304 kes ku ji wana 23 zarokin û 10 jinin di navbera rojên 15 ta 19’ê Mijdara 2019’an de bi destê hêza Besîc hatin qetilkirin.
Kişandina jinan ji bo navendên Besîcê
Rêxistina Besîc di heman demê de beşa xwe ya jinan jî heye. Ev rêxistin destpêkê navê wê Besîca Xwişkan bû û Mustez Efîn berpirsê wê bû. Di van salên dawiyê de jî navê xwe guheriye û kiriye Besîcî Komelgeha Jinan.
Li hemû bajaran ofîsên Besîca Jinan hene. Seroka niha ya Besîca Jinan navê wê Mîno Esanî ye û tê gotin zêdetirî 10 milyon endamên vê rêxistinê hene. Beşek mezin a van jinan li ti cihek de kar nakin û li malê ne. Yan jî hevserên wan di nava leşkerî yan jî saziyên dewletê de dixebitin.
Rêxistina Besîc dibêje, ji sedî 50’yê jinên Tehranê endamên wanin. Temenê piraniya jinên endamê Besîcê di navbera 18-36 de ne.
Bikaranîna jinan di nava Besîcê de nakokî xistiye nava desthilata Îranê bi xwe jî. Beşek ji desthilatê bikaranîna jinan di nava Besîcê de wek ‘Derketina ji pîvanên Îslamê’ binav dikin. Lê tevî vê yekê jî tevilkirina jinan a nava Besîcê dewam dike.
ÇAVKANÎ: ROJNEWS