NAVENDA NÛÇEYAN – Meşa Dirêj ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev ji 20 salan zêdetir tê kirin, îsal wê li bajarê Sîerentzê ya Fransayê dest pê bike û li Strasboûrgê biqede.
Meşa Dirêj ku ji bo salvegera 23’an a komploya navnetewî ya 15’ê Sibata 1999’an a li ser Rêberê Gelê Kurd were şermezarkirin li Fransayê dest pê kirî, bi tevlêbûna bi sedan ciwanî didome.
Ev du roj in li gel provakasyonan jî ciwan meşê didomînin.
Gelê Fransayê bi dilgermî çalakgerên meşê pêşwazîkirin.
Girse li Colmarê kom bû, saet 11:00’an dest bi meşê kir. Di çalakiya Meşa Dirêj de pankarta bi nivîsa, ”Bi vîna ciwanên Apoyî em ê Rêber Apo azad bikin” û dowîzên bi nivîsa gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi Ingilîzî, Fransî û Kurdî hatin rakirin.
Di meşê de ji bo ku PKK ji nav lîsteya terorê were derxistin îmze jî têne komkirin.
Ji bo azadiya Ocalan belavokên bi mijara, ”Çima divê Rêber Ocalan ji hêla fizîkî ve azad bibe” li qotiyên posteyan û wesaitan têne danîn.
Ciwan bi pêşmalkên bi wêneyê Ocalan yên bi nivîsa ”werin cenga azadiyê” yên bi rengê kesk û sor û zer kortejan çêdikin û bi coşiyekê dimeşin.
Her ku diçe ji Swîsre, Elmanya, Fransa, ji deverên cuda yên Ewropayê ciwan zêdetir tevlî meşê dibin.
Ciwan îro wê 16 kîlometre bimeşin.
Meşa Dirêj di roja sêyan de wê ji Colmarê heta bi Ostheîmê bidome.