KOBANÊ – Merasîma bîranînê bi beşdarbûna bi dehan ciwan, şênî û malbatên şehîdan li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê hat lidarxistin. Navend bi wêneyên 6 şehîdan hate xemilandin.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Tolhildan Zerdeşt axivî û wiha got: “Me soz dabû şehîdên xwe ku em ê tolê wan hilînin û me tola wan hilîna. Dema em soz didin şehîdên xwe em ê li ser sozên xwe bin.”
Zerdeşt anî ziman ku komploya li dijî rêber Ocalan bi rêya êrişa li ser girtîgeha Sînaa ya li Hesekê careke din li dijî gelê herêmê hate hûnandin û got: “Me ev êriş û komplo vala derxist.”
Zerdeşt ev tişt anî ziman: “Me soz da malbatên şehîdan û rêbertî ku bi ser kevin û dê li ser vê yekê bixebitin. Lê ji ber ku di çarçoveya şoreşa xwe de li herêmên xwe li ber xwe da, dijmin ev serkeftin tehemûl nekir. Ji lew re hewl dide vîna gelê herêmê têk bibe û bi rêya komployan destekfiyên wî talan bike.”
Dûvre sînevîzyoneke li ser têkoşîna şehîdan hate pêşkêşkirin û helbest hatin xwendin. Her wiha koma Hisên Xanî ya mûzîkî ya Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê stranên ku li ser 6 şehîdan hûnandine gotin.
Piştre xwendekarên jin ên ji peymangeha Kobanê wêneyên şehîdan diyarî malbatên wan kirin.
Ciwanên şoreşger dê li Goristana Şehîd Dicle mûm li ser gorên wan 6 hevreyên xwe yên şehîdan vêxin.