RANYA – Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşer û Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê piştgirî dan kampanya ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ û ragihand ku tevlîbûn û piştgirîkirina kampanyayê erkeke.
Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşer û Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê bi daxuyaniyekê piştgirî dan kampanya ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’.
Daxuyanî ji aliyê Şiyar Mistefa ve hate xwendin. Di serî de piştgiriya ji bo kampanyayê anî ziman û got: “Çend salin ji ber peywendî û berjewendiyên dewletên Ewropa û Emerîka yên li gel Tirkiyeyê bi neheqî û bêedaletî navê PKK’ê xistine anva lîsteya partiyên qedexekirî ya Ewropa û Emerîka de. Sedema vê jî ew bû ku li pêşiya xebat, têkoşîn û çalakiyên wê bibin asteng bû.”
Şiyar Mistefa diyar kir ku gelek girînge ku bi her riyê ji bo serxistina vê kampanyayê kar were kirin, da ku PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li her kesê, bi taybet welatiyên Başûrê Kurdistanê hate kirin ku piştgiriyê bidin kampanya ji bo derxistina navê PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ hatiye destpêkirin.
Ji bo Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi taybetî ji lîsteyên ‘rêxistinên terorê’ yên DYE û Konseya Ewropayê bê derxistin, bi pêşengiya Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî di 13’yê Kanûnê de kampanyaya îmzeyan ku 4 milyon îmze hedef dike hate destpêkirin.
Kampanya bi pêşengiya 1000 rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar, zanyar, hunermend, aktîvîstên sosyalîst hatibû destpêkirin û berdewam dike. Heman kampanye roja 29’ê Çile bi tevlibûna gelek rewşenbîr, kesayet, pêşmergeyên dêrin û siyasetmedaran li seranserî Başûrê Kurdistanê jî hat destpêkirin û didome.