KOBANÊ –
Yekitiya Jinên Ciwan ên Herêma Firatê li dijî 15’ê Sibatê meşek lidarxist. Meşa ku bi şiyara “Têkbirina komploya 15’ê Sibatê Serxistina jiyana Azade” ve destpêkir bi dehan jinên ciwan tevlê bûn.
Meşa Jinên ciwan gundê Til Xezalê ya Başurê Kobanê destpê kir û heta Daristana 4’ê Nîsanê berdewam kir.
Meşa ku ji aliyê şêniyên herêmê ve rastê eleqeyeke mezin hat, tê de alên PKK, Yekitiya Jinên Ciwan û posterên Rêber Apo hatin hilanîn.
Piştê daxuyaniyê girseyê tim û tim siloganên Şehîd Namirin û Bijî Serok Apo avêtin.