NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş 3’ê Sibatê serî li ‘çalakiya lezgîn’ li Raportorê Taybet ê li dijî Êşkenceyê yê Neteweyên Yekbûyî dan.
Parêzeran, di serlêdana xwe de bal kişandin ser rewşa muwekîlên xwe Ocalan, Konar, Yildirim û Aktaş û destnîşan kirin ku ji 25’ê Adara 2021’ê ve agahî ji wan nagirin û serlêdanên xwe yên ku ji bo hevdîtinên dikin rêz kirin.
Parêzeran di serlêdana xwe de cih dan raporên Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ku di encama serdanên xwe yên Îmraliyê de amade kiriye û biryarên Komîteya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) yên derbarê agahî negirtinê de bi bîr xistin.
Parêzeran, bal kişand ser xalên 7 û 10 ên Peymana Mafên Medenî yên NY’yê ku îşkence û mehmeleya xerab qedexe dikin û bang li Raportorê Taybet ê Êşkenceyê yê NY’yê kirin ku bi awayekî lezgîn ji bo rewşa muwekîlê wan bikeve tevgerê.