QAMIŞLO – Di salvegera komploya navnetewî ya ku di 15’ê Sibatê de, di şexsê Rêberê gelê kurd de, li ser tevahî gelê kurd û tevgera azadiyê ve bi pêşketî de, jinên ciwan têkoşîn û redkirina xwe ya ji vê komployê re nîşan didin.
EM HEYA NIHA BI FIKIR Û FELSEFEYA RÊBER APO JIYAN DIKIN
Xwandekarê zanîngehê ya bi navê Nûra Mihemed hêzên hegomanîk ji Rêber Apo tirsiyan berdewam kir û got; “Navê min Nûra Mihemed e, ez xwandevanê zanîngehê ya fakulteya jineolojî de cihê xwe digrim. Hêzên hegomanîk bi dewleta Tirk re ji bo komploya navnetewî ya ku ser Rêberê gelê kurd bi pêşketî plan kirin, piştre li ser vê esasê Rêber Apo dîl hate girtin û radestî Tirkiyê hate kirin. Hêzên hegomanîk fikir û felsefeya Rêber Apo li hember zihniyeta xwe weke xeteriyeke mezin dibînin. Ji ber vê yekê jî di dîroka 15’ê Sibata 1999’an de hate dîl girtin”.
Nûra dewama axaftina xwe de got; “Raste dibe ku Rêber Apo weke fîzîkî dîl hatibe girtin, lê em heya niha jî bi fikir û ramanên Rêber Apo jiyan dikin. Piştî ku Rêber Apo hate dîl girtin, bi hezaran însan herîkan qadan û bi sedan laşên xwe dan ber agir, di heman demê de li çiyayên kurdistanê jî bi rihekî berxwedêr heya niha şer dikin. Projeya Rêber Apo bawerî û çanda berxwedanê di nava civakan de avakir”.
DEMA KU EZ RÊBERTÎ DIXWÎNIM EZ WEKE FEYLESOFEKÎ HÎS DIKIM
Paradîgmaya ku Rêberê gelê kurd bi pêşxistî wê ji bo hemû pirsigrêkan bibe bersiv, piştre wiha dewam kir; “Ez jî weke jineke ciwan dema ku pirtûkên Rêbertî dixwînim, ez hîs dikim ku ne tenê Rêbertiyeke, ez hîn zêdetir weke feylesofekî ku riya jin û civakê ve ronî dike hîs dikim. Em weke jinên ciwan vê komploya ku hêzên hegemon bi pêşxistine şermezar dikin, û em di vê komployê de fêm dikin ku tirsa wan ya ji Rêberekî wisa zane, fikir û felsefeyên wî ji bo hemû pirsgirêkan bibe çareserî heye”.
BI DÎL GIRTINA RÊBER APO RE GELÊ KURD HÊVIYÊN XWE YÊN AZADIYÊ HÎN ZÊDETIR KIR
Xwandekarê bi navê Brûkêsta bi gotina dîroka 15’ê Sibatê ji bo me dîrokek bi êşe û dewam kir; Navê min Birûkêsta ye, ez ji bajarê Efrînê ye, ez xwandevanekî zanîngeha Rojava me. Em roja komployê 15’ê Sibatê şermezar dikin, em vê rojê her sal bibîrtînin, ji ber ku dîrokeke biêşe. Dema ku dewletên weke Amêrîka, Yûnan, Îsraîl û Rusya ve serokatî dîl girtin, û xwastin ku bi vê awayî di nava gelê kurd û tirk de şerekî çêbikin. Her wiha weke din armanca wan ew bû ku gelê kurd ji dinyayê bi tevahî tune bikin. Lê di vir de tam negihêştin armancê xwe tam terz bû bi dîlgirtina Rêbertî re, hêz û berxwedana gelê kurd û hêviyên wê yên ji bo azadiyê hîn zêdetir bû”.
SERHILDANA 29’MÎN YA KU DI PÊŞENGTIYA RÊBER APO DE BI PÊŞKETÎ BI BIN NAKEVE
Rêber Apo ji bo jinan tevgereke azadiyê avakir û got; “Dema ku serokatî di dadgehê de bû, di vir de daxwaza paradîgmaya netewa demoqratîk dike. Di heman demê de dema ku serokatî vê pişniyar dike, ne ku dixwaze gelê Tirkiyê bişikîne, dixwaze weke her gelekê gelê Kurd jî bide qebûl kirin. Di dîroka gelê kurd de jî dema ku di nava wan 28 serhildanan de pêşengê wan dihate girtin, ew serhildan têkdiçû, weke yê Şêx Seîd, Seyîd Riza, Komara Mihabadê dema ku Qazî Mihemed hate girtin ew komar bi binket. Di heman demê de serhildana 29 yê kurdan bi pêşengtiya Serokatî bi girtina serokatî re bi bin neket. Çawa ku mafê zilam heye cihê xwe di şer de bigire mafê jinê jî heye ku cihê xwe di nava şer de bigire. Her wiha ji bo jinan tevgereke bi navê azadiyê avakir, ji bo ku di nava vê tevgerê de jin xwe bi xwe rêve bibe. Di heman demê de ji bo jinê teslîmiyet ne qebûl kirin, bi hezaran jinên pêşeng yên ku mînaka vê yekê ne hene weke; weke şehîd Bêrîtan, Zîlan, Arîn, Barîn û bi hezaran jinên din jî hene. Ji ber ku teslîmiyet qebûl nekirin bi çalakiyên fedayî bersiv dan”.