ŞENGAL – Jinên ciwanên Êzidî bi nêzikbûna salvegara komploya 15’ê Sibatê re standa wêne û pirtûkên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan danîn.
Li gundê Borik a Şengalê îro piştî nîvro bi nêzikbûna salvegara komploya 15’ê Sibatê re jinên ciwanên Êzidî standa wêne û pirtûkên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan danî.
Welatiyên Borik çalakiya jinên ciwan bi dil germî pêşwazî kirin. Jinên ciwanên Êzidî diyar kirin ku armanca çalakiya wan belavkirina fikir û felsefeya Rêber Ocalan e.