NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên Êzidî li navenda Şengalê, di çarçoveya çalakiyên ji bo salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê de, xwestin standek deynin.
Artêşa Iraqê, bêyî ku tu hicet nîşan bide bi darê zorê êrişî çalakiya ciwanan kir. Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, leşkerên artêşa Iraqê bi jopan êrişî ciwanan kirine, stand ji hev belav kirine û her wiha dest danîne ser pirtûk, wêne û hemû alavan.
Di heman demê de leşkerên artêşa Iraqê, êrişê rojnamevanên ku çalakî dişopandin jî kirine. Di vê êrişê de kamerayên rojnamevanan hatin şikandin û alavên wan ên teknîkî jî hatine desteserkirin.
Aloziya li navenda Şengalê hê jî berdewam e.