ŞEHBA – Di bin duruşmeya TOLHILDANÊ BILIND BIKIN RÊBER APO AZAD BIKIN de îro Tevgera Xwendekarên Demokratîk li navçeya Ehdas ya kantona Şehbayê penalek li ser Kompoloya li ser Rêber Apo pêk hatiye de li dar xist.
Penalê ji bo giyana şehîdên şoreşê bi deqeyek rêzgirtin destpêkir.
Xwendekaran di derbarê komployê de nirxandin û nîqaş kirin. Di nîqaş û nirxandinan de hat diyar kirin ku komploya navnetewî ya li ser Rêber APO pêk hatiye de li ser tevahî gelê kurd bû. Sîstemên hegemonîk yên global di serî de dewleta tirk di şexsê Rêber Apo de dixwestin tevahî gelê kurd û ciwanên kurd tune bikin. Ciwanan diyar kirin ku 15 sibatê rojeke reş e di vê rojê de bi hezaran ciwananan xwe kirin xelekek ji agir û xwe şewitandin.
Panel li ser du beşan hat birêve birin. Beşa yekem komplo û armanca komplogeran ji komployê çi bû?
Di beşa duyem de jî nîqaş û dîyalog di vê çarçoveyê de çêbûn. Piştî wê sinevîzyon li ser komploya 15’ê Sibatê hat temaşekirin.
Panel û sînevîzyona ciwanan duruşmeyên Şehîd namirin û Bijî Serok Apo ve bi dawî bû.