MÊRSÎN – Polîsan li Mêrsînê bi ser malan de girtin û gelek kes revandin.
Li Mêrsînê di çarçoveya lêpirsîna ku qaşo Serdozgeriya Komarê bi îdiaya “amadekariyên çalakiyê dikin” daye destpêkirin de derbarê 52 kesan biryara rehînkirinê hat dayîn. Ji ber vê yekê polîsa di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de polîsan deriyên gelek malan şikandin û mal ser û bin kirin û tiştên malê belav kirin. Polîsan di serdegirtinên malan de gelek kes revandin.
Hat hînbûn ku welatiyên polîsan hatine revandin birin Miduriyeta Polîsan a Mêrsînê.