NAVENDA NÛÇEYAN –
Bêguman ji bo van kesayetên kurd ên ku jêr navên çavdêrê siyasî, ronakbîr, nivîskar, hunermend û hozanvan derdikevin lêhûrbûn û nirxandinên pir girîng ji aliyê Rêberê azadîxwazên cîhana serdem Abdullah Ocalan ve hatine kirin ku girîng e rojane îmaje pê were dayîn. Ocalan ronakbîriya rast û hunera herî dirust beşa herî sereke ji şoreşê pênase dike. Jixwe şoreş yanî guherîneke wate razî nebûn li ser têgeh, têz, zanist an her qonaxeke dem bi serde çûyî û di heman deme de guherîn û ber bi pêşvebirna wê. Bi giştî ev pêwîstiya guhertinan li ser felsefeya jiyanê, rewişt, çanda paşverûtî, mezhebîtî û oldariya hişk û pirî ziyan ku di sedsala 21’an de heyanî ser hêskan hê jî bandorek nerênî li ser civaka kurdî heye Ocalan hemûyê weke beşek ji encama valahiya meydanê ji ronakbîr û hunermendan dizane. Lewre jî Ocalan karakterê pir kirina vê valatiyê di kesayeta takên serhildêr de dibîne ku serhildêriya wan zemîneya afirandina takê ronakbîr e. Wek lêhûrbûnên Ocalan li ser ronakbîr û hunermendan pir bi aşkera em dibînin di saheya başûrê Kurdistanê de (bi taybet Behdînanê) fermiyeta kesayetê ronakbîr an hunermend tenê derbazbûna wî ji fîltera desthilata herêmî de ye, desthilata herêmî jî wek tê dîtin fermiyeta wê tenê bi derbazbûna ji fîltera yasa û biryarên dagirkeriya tirk de tê erêkirin.
Dîsa em dibînin biryarê Bêrîvan Eyob, ew jina çalakvan a kurd ku bêtirî salek û çend mehan in di girtîgehê de li bin her rengê îşkenceyan de hatî hiştin, biryar di 14’ê Sibatê de li dadgeha PDK’ê were darizandin, dîsa wek sala derbasbûyî ku dadgehkirina çalakvanên Behdînanê xistibûn roja 15’ê Sibatê de, ger ku ev pêngav ji filtera biryar û xwestekên dewleta tirk a dagirker re derbas nebûbe çima PDK ji bo darizandina çalakvanên ku li hember dagirkeriya tirk serhildayîn vê rojê dihilbijêre? Yan jî çima zaravê wêjeya ronakbîrên Behdînanê ji bo mijarên ji vê mînakê lal mane?
Kewata kesayetên di civaka me de cih û navê ronakbîr û hunermendan pir kirîn rolê wan antî ronakbîrî û antî huner e, wek çawa di qonaxa dîroka hezaran salan de bi caran ji van texê ronakbîr û hunermendan navek reş û qirêj bi cih mayî û di heman demê de kesayetên ji mînaka Galîlo, Cordano Birono, Hîpatiya, Mosmer, Suhrewerdî yan Mensur Helacan ji aliyê wan reşbîran hatinî reşkirin, lê piştî derbasbûna demê wek çirayek geş çirûskên xwe dîsa weşandine ser tevaya dîrokê. Vê mijarê Rêber Ocalan wiha dinirxîne: “Hişmendiya kesayetên kurd bi dûrketina ji pêwîstiya rastiyên civakî û xêzanî ya kurd, ber bi zemîneya netewa serdest û dagirkaran divezelin û li gorî vê ronakbîriya wan pêk tê.”
Kewata dibe beşeke gurzê herî xurt di nava destê dijminan de li hember rastiyên civaka xwe. Di qonaxên ji vê mînakê de kesayetên ber bi zemîneya dijminan vezeliyay erka ronakbîrî, nivîskarî, helbestvanî û hunermendiyê ji bo xwe wek pêşeyek dibînin û bi rolek seranser bazirganî dirabin, bazirganiya bi hestên civaka xwe, bazirganiya bi wijdana xwe, bi nirx û bihayên gelê xwe, bazirganiya bi karakterên şoreşgerên civaka xwe ku ronakbîr û hunermendên rasteqîneyên civakê ne û şewitandin û reşkirina wan bi nivîs û derbirînên sefsetê û pênûsê firotî. Ev kesayete dervayî oportunîst û burjuwayên biçûk an dizên ‘marîfet’ê tiştek din nikare were dîtin. Ew nikarin afirêner bin, ew li şûna guherînan di civakê de bikin zêdetir kar li ser tarîtirkirina civakê dikin, kewata weca nebûna wan pir ji hebûna wan zêdetir e. Rêber Ocalan ji bo vê jî bi bîr tîne ku: “ev texên bi navê ronakbîr li qadan in tawanbarên herî mezin in, ew ji kirêgirtiyan pir gemartir in, ronakbîr ji metirsîdartir in çîna civakê tê hijmarkirin, ji bo ku jêr navê hişyarkirina civakê li ser nezankirin û tarîkirna civakê dixebitin.”
Demê mirov di nivîsên Ocalan de kûr dibe, mirov neçarî hişyarbûnê dibe, mirov neçarî erkdariya di milê wijdanî û exlaqî de dibe, mirov nikare çav li ser van hemû nemirovahiyan dapoşîne, da tu were bêje ez ronakbîr im, ez nivîskar im, ez afirênerê hunera pêşdebirina civakê me û li ber çavê te kesayetek wek Ocalan xwediyê hişmendiyek li ser asta mirovahiyek cîhanî, bi dehan hizar nivîsên pirî ronakgirî, bi 23 salan guşegîrî û îşkenceyek rohî û fîzîkî di girava tenêtiya nava deryayekê de tu bi çavê xwe bibînî û li ser wê qet carekê tenê jî nehêye ziman, ronakbîriya te li ku ma? Kurdîtiya te li ku ma? hema ya rast mirov bûna te li ku ma?!
Ew kesayetê kurd ê xwediyê nêzî 28 hizar laperên nivîsan, mijarên felsefî yên sosyolog li ser civaka kurd ku heya niha nehatinî nivîsandin, yên ji pênûsan ketinî, dîrokên nenivîsandî, belgeyên tawanên veşartî li ser gelê kurd, li ser jinan û civaka xwezayî, yan bi giştî ew data û mijarên ku heya niha kesî cesaret û hêza bas kirin û nirxandina wan nebuyî ku bi taybet bi rengek pir berfire, bi nirxandin û hûrbûnên hemû alî li ser pirsa kurd ji pênûsa vî serkirdê hişmendê serdemê hatinî nivîsandin qet ne beraqile kesek bikare bêje ez kurd im û çav li ser dapoşîne, ca nexasim kesek bikare bêje ez ronakbîr im an hunermend im an kesayetek siyasî yê kurd im.
Li civaka Behdînanê bi hezaran kes ber bi zemîneya desthilata xwesepîn ya malbatî vezeliyane û li gorî hest û xwastên wê malbatê ku ew jî ber bi zemîneya dijminek hov weke tirkê dagirker ve mehw bûne ve çûne. Malbatek ku bi dehan salan her rengê xizmetek ku bi sedan salan ji destê dijmin nedihat ji bo wan pêkanîne. Ji aliyê ‘Ensiyatîva ji bo Ocalan Azadî’ peywendî bi piraniya nivîskar, hozanvan, hunermendên Behdînanê hatiye kirin, tenê ji bo derbirînek kurt li ser 15’ê Sibatê ji bo wijdana xwe çend rêzik nivîsan binivîsînin. Vê roja reşa ku têde di kesayeta Ocalan de gurzên herî giran li pişta gelê kurd hatine weşandin. Ev kesê di bergirîkirna li derfetên xwe yên pêşeyî û meaşên xwe de rewatiyê didin rewşa bêdeng mayîna xwe. Rêber Ocalan ji bo wan dibêje: “Serdemê aşkera yê vê wijdan firoşiya vê texa bi navê ronakbîr berjewendiyên wan di nava saziyên sîstema dagirker û desthilatê de ye, lewre ji her kesî bêtir dibine hevkar û nûnerek mezin a sîstemê zordar û sitemkar, ew naxwazin ev sîstem were jinavbirin, pêwîst e ev rengê ronakbîran bi tundî werin rexnekirin.”
Kesayetê ronakbîr û şoreşgerê sosyalîst li Îranê Xesrew Gulsurxî ku li sala 1973’yan ji aliyê rejîma şahê Îranê ve tê girtin û li dadgeha rejîmê bergiriyê li helwest û ramanên şoreşgeriya xwe dike, razî nabe daxwaza lêborînê ji wê dadgehê bike, di 18’ê Sibata heman salê de jî tê gulebarankirin. Gotinek pir bi wate ya Xesrew Gulsurxî heye ku dibêje: “Bila em bispêrin li ser kevirê gora me hejmara dîrokan nevsînin, bila li pêşerojê kes nezane ku bêxîretên vê serdema dîrokê em bûne.”
Em jî vê bi zar tînin û ji bo pênûsfiroşên serdema xwe dibêjin; ger hûn mirovên normal bin dibe tawanên we veşartî bimînin, lê demê hûn bi navê hunermend û kesayetên xwedî pênûsên serdemekê bijîn qet vê ji bîr nekin ku hûn ê veşartî nemînin û di pêşerojê de qet hûn ê nekarin ji vê rûreşiya xwe bifilitin. Kesên hişyarên serdema me ji mînaka her serdemekê yê laperên jiyana we ya reş û nefretkirî ji bîr nekin, hûn ên ku ronakbîrî, pile û pêşeyên we li ser zincîrên dest û lingê Bêrîvan Eyoban, ji mînaka Hîpatyayan tê vehandin, ew meaşê ku li ser zincîrên dest û lingê Şêrwan, Şivan, Guhdar, Eyaz, Harîwan û Omêdan ji mînaka şkênandina Galîloyan û fîşeka sîngê Xesrew Gulsurxiyan tê hûn in, dîrok tu carî ji bîr neke, yê neyê jibîrkirin ku kesayetek bi hişmendiyek cîhangir weke Ocalan kurê wê xakê bûye ku we rojekê ristegotinek li ser dehan salên goşegîrkirna wî bi destê wêrankerên mirovahiyê nenivîsand, an we berevajî nivîsand, dîroka li ser gora we dê tu carî neyê ji bîr, nekin.
Takor Zerdeşt/Rojnameya Welat