NAVENDA NÛÇEYAN – Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê polîsên Tirk serê sibehê avêtin ser mala aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Hacîre Tanirgan.
Polîsan derî şikandin, mal talan kirin û Tanirgan destgîr kirin. Hate ragihandin ku Tanirgan ji ber lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê hatiye destgîrkirin.
Li Wanê jî di serdegirtina malan de endamên Meclîsa Ciwanan a Wanê ya HDP’ê Arjîn Tûncer, Ferhat Azan, Rojîn Varhan û Mehmet Şerîf Demîragaç ê ji sedî 90 astengdar e hatin destgîrkirin.
Li Amedê jî endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Diyar Sîncar û Nûrûllah Ozgun, her wiha Şehmûs Dokû û Mazlûm Kardaş di serdegirtina malan de hatin destgîrkirin. Li ser sedema destgîrkirinê agahî nehate dayin.