NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî malpera fermî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Tîma Eyndizyariya Mayînan duh li taxa 4 kîlo ya li ser rêya Cerablûsê, topbeke neteqandî bêbandor kir.
Li gorî malperê: “Welatiyek agahî da hêzên me ku di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker li ser gundewarê Minbicê de, topek li nêzî mala wî ketiye û neteqiyaye. Endamên hêzên me û tîmên endazyariya mayînan ber bi cihê navborî ve çûn û devera top lê dorpêç kir, piştre tîmeke endezyariyê bêbandor kir beyî ku ziyan çêbibin.”
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bang li welatiyan kir ku ji bo parastina ewlehî û aramiyê, ger cizmek bi guman dîtin, hema yekser agahî bin navendên hêzê.