KOBANÊ – Meşa dirêj ya Ciwanên Şoreşger li bajarê Kobanê destpêkir
Di bin slogana “Dem dema azadiya Rêber Apo ye “di telêbûna bi sedan ciwan û jinên ciwan tevî saziyên rêverberiya xweser ji herêma firatê meşa dirêj ya Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Kobanê destpê kir.
Di bin slogana “Dem dema azadiya Rêber Apo ye ” Îro di saet 9:00’ên sibehê de meşa ku Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Bajarê Kobanê ku ji bo şermezarkirina komploya navnetewî li ser Rêber APO dest pêkir. Meşê ji gundê Rovî ku li başurî bajarê Kobanê dikeve dest pêkir, beriya ku meş were dest pêkirin daxweyaniya meşê hat dayîn, daxweyanî ji aliyê Berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger yê herêma firatê Mihemed mehmûd ve hat dayîn .
Di daxweyaniyê hat teqez kirin ku wê komplo bi bin bikeve. Hêjayî gotinê ye ku Tevgera Ciwanên Şoreşger li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê li hemberî komploya ku li ser Rêber APO li ser piyane û di rêze çalakiyan dane. Her wiha ev meşa ku sê rojan bidome, îro ji gundê rovî destpêkiriye wê li navçeya Tilxezalê bidawî bibe û sibe ji Tilxezalê ber bi navçeya Şêranê ve biçe .