KOBANÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî meşeke dirêj li dar xistibû. Meş di roja duyemîn de berdewam e û ciwan heta niha nêzî 20 kîlometreyan meşiyane.
Ciwan îro jî ji bajarokê Til Xezal heta navçeya Şêran meşiyan. Dê sibe bigihêjin Kobanê da ku tev li çalakiya navendî bibin ku dê li Kobanê li dar bikeve.
Me wek Ajansa Nûçe Ciwan hest û nêrînên ciwanên Komanê pirsîn:
Newroz Bozan: Li dijî komploya Ser Serokatî me ev meş da dest pêkirin. Dewleta Tirk her cureyên şer ên qirej dixwaze li ser Serokatî û gele Kurd pêk bîne. Taybet Jinên ciwan û ciwan hedefa wane. Lê wek ciwanan em destur nadin vê polîtîkayê û emê berxwe bidin.
Firyal Kobanê: Meşa me dê sê rojan berdewam bike. Wek jinên ciwan ên Kobanê emê şopa rêberê xwe de bin. Êmê cur bi cur çalakiyan ve ji bo azadiya rêberê xwe berxwe bidin. Bangawaziya me ji bo dewletan nîne. Banga me ji bo ciwanan e. Werin tevlê vê tekoşÎnê bibin.
Mıhemed Şakir: Ez jî we ciwanên Kobanê ji bo Serok Apo azadî dixwazim. 23 sale Serok Apo zindanê de ye lê Serokatî aqlê me û dile me de ye. Emê ji bo azadiya Rêberê xwe berxwe bidin.