NAVENDA NÛÇEYAN – Li hemberî 15’ê Sibatê hêrsa ciwanan a di salvegera Komployê de her diçe mezin dibe. Di 15’ê Sibata 1999’an de girtina Rêber Apo ya bi komployeke navneteweyî û radestkirina wî ji bo Komara Tirkiyeyê, îsal ji aliyê ciwanên Kurdistanê ve bi çalakiyên curbecur hat protestokirin.
Ciwanên Kurdistanê bi çalakiyên ku li gelek deverên Tirkiye, Kurdistan û Ewropayê belav bûne soza tolhildanê nû dikin, bi çalakiyên curbecur hêrsa xwe ya li hemberî komployê jî radixin ber çavan.
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Tolhildan Xerzan ku girêdayî DGH’ê li navçeyên Arnavutkoy, Çatalca û Sultangazî yên Stenbolê li dijî komployê zêdetirî 20 wesayît şewitandin. Wesayitên ku aîdî faşîstan piraniya hat diyar kirin in bi temamî hatin şewitandin, yên mayî jî nekarin bên bikaranîn.
DGH ê daxuyaniya xwe de wiha got:
Jin, ciwan û gelê me wê derba dawî li rejîma dewleta faşîst bixin, wê berxwedanê bi azadiyê tacîdar bikin.
Em bang li hemû jin, ciwan, gelê xwe, gelên xwe dikin ku ji bo afirandina demên azadiyê tevlî têkoşîna me ya hêviyê, pêngavên berxwedanê û refên me bibin.”
Ciwanên Welatparêz li Îzmîr Kadifekale bi wesîleya salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê karê nivîs û çap kirinê pêkanîn.
Di heman demê de Ciwanên Welatparêz ji bo şermezarkirina komploya li Kadîfekale fîşekên hewayî teqandin.
DGK-H’ê li dijî Komploya 15’ê Sibatê li Huzurevi û Îskanevleriyê yên Amedê çalakiyek bi pankartan li dar xist. Li ser pankarta posterê Rêberê Gelan nivîsa “Bijî Serok Apo û Bimre Komploya 15’ê Sibatê” bal kişand.
Bi heman armancê Ciwanên Welatparêz li bajarê Stenbolê Beykoza pankart û karê nivîsandinê çêkir. Di dema ku pankarta li Beykozê hat daliqandin eleqeyek mezin kişand, li gelek deverên navçeyê li dijî komployê li ser dîwaran xebatên nivîsandinê hatin kirin. Ciwanên Welatparêz ên li Beykozê çalakî li dar xistin, di daxuyaniya xwe de ev tişt gotin:
Me di şexsê Rêber Apo de li dijî komploya navneteweyî ya li dijî gelên Rojhilata Navîn bi taybetî gelê Kurd ev çalakî pêk anîn. Em dizanin ku bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ti pirsgirêk çareser nabe. Em ê hesabê vê zîhniyeta faşîst a ku gelê Kurd xistiye nava lepên qirkirinê bipirsin. Em ê teqez tecrîdê bişkînin, teqez azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin! Bimre Komploya 15’ê Sibatê! Biji Serok Apo!