NAVENDA NÛÇEYAN – Polîsên Tirk serê sibehê li Stenbolê û navçeyên wê avêtin ser malan. Serdegirtin li hemberî endam û rêveberên HDP’ê, rojnamevan û endamên rêxistinên civakî hate kirin.
Li Esenyûrtê 9 kes hatin destgîrkirin. Hevserokê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MATUHAYDER) Esîn Çelîk û nûçegihana rojnameya Şûjin a bi biryarnameyê hate girtin Vîldan Atmaca û endamên HDP’ê di nava kesên hatine destgîrkirin de hene.
Hate ragihandin ku rojnamevan Atmanca ji ber nûçeyên xwe yên di salên 2015 û 2016’an de amade kir, hate destgîrkirin.
Kesên din ên hatine destgîrkirin ev in: Endama Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Çîçek Ariç, rêveberên HDP’ê yên Esenyûrtê Çayan Yilmaz, Mûrat Tûrgût, Taner Karataş, Mêtın Bûrûkanli, Abdullah Arinan, Kiyasettîn Kûrt û Selamî Yaman.
Biryar hate dayin ku 24 saetan parêzer nikaribin kesên hatine destgîrkirin bibînin.
DI NAVA 48 SAETAN DE BI DEHAN KES HATIN DESTGÎRKIRIN
Serdegirtin û destgîrkirin di salvegera 23’an a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê de hatin kirin.
Di nava 48 saetan de bi dehan kes hatin destgîrkirin. Li Amedê 27 kes, li Edeneyê 14 kes, li Mersînê ji 12’ê Sibatê ve 43 kes, li Şirnexê 14’ê Sibatê herî kêm 6 kes, li Agiriyê 6, li Sêrtê 8, li Êlihê 2, li Manîsayê 4, li Îzmîrê 4, li Wanê jî di nava hefteyekê de herî kêm 24 kes hatin destgîrkirin.