NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Rêveber a HBDH’ê, têkildarî salvegera komploya navneteweyî ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de şehîdên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bi rêzdarî hatin bîranîn û soz hate dayin ku bi serxistina şoreşa yekbûyî xwedî li bîranîna wan derkevin.
Di daxuyaniyê de işaret bi sîstema taybet a li Îmraliyê hate kirin û hate gotin, “Sîstemeke welê ye ku ji bo tasfiyekirina Rêbertiya PKK’ê, îradeya gelê Kurd û gerîlayên Kurdistanê hatiye avakirin. Ev sîstem di heman demê de li dijî gelên Tirkiyeyê, şoreşger, demokrat, çÎna karker, gundî, jin û bindestan e, ji bo bêîradehiştina wan e. Êriş pir alî ye, berfireh e û hertimî ye. Li dijî vê êrişa ku hêzên serwer bi hevkarî dimeşînin, berxwedan jî bi hevkarî û li ser bingeha piştevaniya şoreşgerî tê meşandin. Bi taybetî berxwedana bÎst û sê salan a Rêberê Gelê Kurd a li Îmraliyê, gelekî bi wate ye û mîrateya me ya berxwedana şoreşgerî hevpar dike.”
‘DESTHILATDARIYA FAŞÎST DI NAVA KRÎZEKE MEZIN DE YE, EM DERBA DAWÎ LÊ BIXIN’
HBDH’ê diyar kir ku hikumeta faşîst a AKP-MHP’ê ji aliyê aborî, polîtîk, hiqûqî, leşkerî, civakî, perwerde, tenduristî û her qadên din ve di nava krîzeke mezin de ye û wiha dewam kir, “Desthilatdariya faşîst bazirganiyê bi çeteyên narkotîk, qumar û sûcên din re dike û di encama vê bazirganiyê de şer li dijî gelan û şoreşgeran dimeşîne. Karker di nava birçîbûn û xizaniyê de ne, lê di heman demê de neheqî, newekhevî û zextên faşîst di asta herî bilind de ne. Her qadeke kar û febrîqa veguheriye qada grevê. Jin di her kêliyê de bi rêbazên DAÎŞ’ê têne qetilkirin, destdirêjî weke bûyereke ji rêzê tê ferzkirin, sûcdar bi rengekî ‘eşkere’ ji aliyê dewletê ve têne parastin. Daxwaza herî biçûk a rewşenbîr, demokrart, kedkar, jinan li zextên giran rast tê. Helwesta ciwanan a li dijî desthilatdariya faşîst dike ku ciwan, kedkar û bindest hîn zû li hev bicivin. Her dînamîkeke civakî helwestê li dijî faşîzmê nîşan dide û refên têkoşîna şoreşê ya yekbûyî xurt dikin.
Berxwedan li ku dibe bila bibe, hêvî, bawerî û hişmendiyê diafirîne. Ji çiyê heta bajaran berxwedan, xwedîderketina li rûmeta mirovahiyê bersiva herî mezin a li dijî komplo û hesabên tarî ye. Di vê meha Sibatê de li dijî pratîkên komployê, divê agirê berxwedanê li her derê bê geşkirin, perspektîfa şoreşa yekbûyî bi serketinê bixin meriyetê.”
Di daxuyaniyê de ji bo xurtkirina têkoşînê ev bang hate kirin, “Her mal, her kolan, her kargeh, her dibistan divê bibin kulmeke şoreşger ku keleha faşîzmê hilweşîne, bi vê kulma şoreşgerî ya yekbûyî derba dawî li faşîzmê bê xistin.”