NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwan ji navçeya Şêran ber bi Kobanê ve çûn da ku tev li çalakiya giştî ya li Kobanê bibin. Beşdar banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan dikin.
Meşa dirêj roja yekşemê ji Gundê Rovî dest pê kir. Ciwanan heta bajarokê Xezal ê başûrê Kobanê meşiyan. Ji wir jî heta navçeya Şêran û Kobanê meşiyan. Ciwanan bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan meşeke dirêj li dar xist.
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê, bi dirûşma “Bi azadiya gelê şoreşger em ê Komploya Navneteweyî têk bibin û azadiya rêber Apo mîsoger bikin” meşa dirêj li dar xist.
Îro salvegera 23`yan a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e ku di 15`ê Sibata 1999`an de li paytexta Kenyayê Naîrobiyê dîl hatibû girtin.