MÊRDÎN – Ciwanên Welatparêz li Nisêbîn û Qoserê komploya navdewletî ya 15’ê Sibatê bi çalakiyan ve şermezar kir.
Li navçeya Nisêbîn û Qoser a Mêrdînê Ciwanên Welatparêz komploya navdewletî ya 15 Sibatê ya li hemberî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi fîşekên hewayê protesto kirin. Piştî fîşekên hewayî li bajêr çek teqiyan.
Piştî dengê çekan, gelek wesayîtên zirxî yên polîsan li nav kuçeyan geriyan û polîsan hin wesayît dan sekinandin û li nasnameyên kesên di wesayîtan de nerîn.