NAVENDA NÛÇEYAN – Di dawiya meha Mijdara 2021’an de xwendekarên zanîngeh û peymangehan li gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê ji ber nedana xerciya mehane û nebûna xizmetguzariyên ji bo malên xwendekaran dest bi xwepêşandanan kirin. Xwepêşandan bi rojan berdewam kir. Hikûmeta Herêmê wê demê ragihand ew ê xerciya mehane ya xwendekaran bidin.
Lê zêdetirî du meh derbasbûn, hîna hikûmetê xerciya xwendekaran nedaye.
Li dijî vê yekê îro xwendekarên Zanîngeha Helebce bi daxuyaniyek çapemeniyê ragihandin ger hikûmet di zûtirîn dem daxwaza wan bi cihneyîne, ew ê cardin dest bi xwepêşandanê bikin.
Bi heman daxwazê li ber Zanîngeha Çermo ya li navçeya Çemçemalê jî xwendekaran daxuyaniyek dan çapemeniyê. Li ser navê xwendekaran Hogir Hadî axivî û diyarkir wan di dema derbasbûyî de li gel aliyên peywendîdar gelek civîn li darxistine, lê 66 roj derbasbûn heta niha ti pêngavek ji bo dayîna xerciya xwendekaran nehatiye avêtin.
Hogir Hadî diyarkir ger daxwazên wan neyê bi cihanîn, wê cardin tevayî xwendekarên zanîngeh û peymangehan dakevin qadan.