Rûstem Başûr
Pênaseya şoreşê:
Pirsa şoreşê li xwe kirin gelek girînge, û pêdiviyekî derûrî ye. ji ber Şoreş ango şoreş kirin xisletekî civakî ye ku pê radibe, û sitatoy xwe bi dest dixe. Her weha xisleta avabûna şoreşa cezayirê jî yek ji bermahiyê civakê yê hemdem radixe pêşiya çavan. Bê guman ger mirov di dirêjahiya dîroka mirovahê binêre, ku dîrok jêre bi rola şahdebûnê ve rabûye. serdemên şoreşan destnîşan dike ku piranî ji ber nehlaqî, sîstemkar, feqîrî û gendeliyê bûye, ango şoreş li dijî hêzên serdest yê ku dixweze hafîzeya civaka desteser bike û civakê di bin esîra xwe de bike koledar çêdibin. Li ser vî bingihê pergala mutleq wisa kiriya ku di roja îro de civakekî bi kevneşopiya xwe ya pir çand re bê rûmet bijî. Ji ber pergalekî wisa damesrandiya ku civakê di hêla wê ya piskolojîk de baş dinase, civak bi xwe jî zû ferq nake ku çi winda kiriya ango, bi dest xistiya, welê dikare havîzeya civakê dagir bike. Bi hema awayî şoreş wekî anternatîfekî pêşesaziyê derdikeve holê, ku li ser bingiha azadîkirina miletekî ji koletiya destilatdaran rizgar bike dertê. Ji sedî sed rola civakê jî di bingiha şoreşê de gelek diyarker û bi bandore. Ji ber ku şoreşekî bê civak, nabe şoreş. Dibe her tişt lê nabe şoreş. Di vê wateyê de civak li hemberî hin faktorên xirab yên ku li ser hikim dike, radibe serhildanan û rê li hemberî şoreşan vedike, da ku pergala serwer an jî kolonyalîst ji holê rake, û bibe kesê sereke yê pîvanê xwe yên civakî derdixe bêş. Ji ber sîstem netew-dewlet her demî zêdetir hewil daye ku yek kesî derxe pêş û civakbûnê bi ferdiyetê re mehkûmî tinetiyê bike. Lê di her gavî de tê dîtin kesê ku azadiya mirovahiyê bingih digire bi şoreşan re xwe kiriya yek û ji xwe re berjewendiyên gelan esas girtine hene, û xwestina ku rêjîma tineker bi erdê re bikin yek.
Bê guman têgîna şoreşê, têgînekî gelek kevnar e, di serdemên berdê de ev têgîn gelek caran e ku yewnaniyan bi kar anîne. Her weha fîlesûf û ramiyarê yewnanî pilaton bi vî têgînê re eleqeder bûye, û lêkolîn di astekî mezin de li ser kiriya. Cewherê guhertinên siyasî yên ku li ser bingiha tevgerekî gelerî qewimî ne, ango kesên ji azadiyê bê par mane xwestine ku bi şoreşan re azadiya xwe bi dest bixin û wekî civak di bin sîwana yekîtiyê de bi hevparî bijîn.
Şoreşa Cezayirê û dijbertiya wê
Şoreşa cezayirê ango şoreşa milyonek şehîd. Di yekê mijdara 1954 an de li dijî koloniyalîstan Firansî derket. Bê guman şoreş 7 sal û nîv ajot, di vê navberê de zêdeyî milyonek û nîv cezayîrî tê de şehîd bûn. Şoreş bi pêşengiya Eniya Rizgariya netewî ya cezayîrê hate meşandin û şoreş di gihandina armancên xwe yên herî girîng de bi ser ket û cezayîr di 5’ê Tirmiha 1962’an de serxwebûna xwe bi dest xist.
Ya rast di dema şerê cîhanê a duyemîn de Firansa bi dih hezaran Cezayîrî mîna mirovên ku ji koloniyên din anîbûn, şandin eniyan û bi dih hezaran Cezayîrî di şerekî ku tû elaqeya wan pêre tine bû de, jiyana xwe ji dest dan. Bêguman bayê serxwebûnê ku di dawiya şerê Cîhanê ya duyemîn jî her ku çû zêde bi bandor dibû, û li seransrî cîhanê li dijî kolonyalîzmê bi lezekî gelek mezin bi pêş ket. Li Cezayirê ji bi sedema ku di dîrokê de ji destên firansya gelek êş kişandibûn. Di 8’ê Gulana 1945’an de, alayên cizayîrê û misilamanên wê deverê pîrozbahiyekî ku bi pankartên xwe dest pê kiribûn bi tundî ew veguheriya efsaneyekî. Di komkujiya Setîf Guelmayê ya ku di 8’ê Gulana 1945’an de hate kirin de ku bi saxî cigera mirovan didane ber agir. Tê zanîn ku bi destê firansiyan ve nêzî 45 hezar Cezayîrî hatin kuştin ku çarenûsa yên mayî jî ne diyar bû. Li welat rewşa ewarte hate ragihandin bi giştî partiyên wan herêman hatin girtin. Her weha ev jî bû xisletekî ku geşedan çêbibin. Di destpêka serhildanê de ji bona gelê Cezayîrê daxwiyaniykî hate dayîn. Di naveroka daxwiyaniyê de damezrandina FLN ( Artêşa Eniya Rizgariya Netewî ) hate ragihandin û ji hemû gelê cezayrê hate xwestin ku beşdarî çalakiya bi armanca tekoşîna rizgariya netewî bibin. Wekî din karkerên Cezayîrê yên ku li Firansayê di qonaxên dawî a tekoşînê de hemû lêçûnên aborî yên FLN (Eniya Rizgariya netewî ya Cezayrê ) girtin ser xwe. Her çiqasî netewperestên Cezayîrê di vî warî de Mustefa kemal ji xwe re mînak girtibûn, û her çiqasî ji derve jî piştgiriyek werbigirin jî, lê di vê wateyê de ji gelê xwe bawer kirin.
Di destpêkê de tekoşîna çekdarî tenê bi operasyon û êrîşên li dijî nûnerên rêjîma kolonyalîst û sembolên wî hate sînordarkirin û bi heman awayî di sala 1956’an de ev tekoşîn bû şerê azadiyê û rasteqînên ku ji aliyên gelan ve li ser asta gund û bajaran hate damezrandin. Ji hêla din ve operasyonên serbazî di astekî mezin de dewam dikirin, bi pêşengtiya Artêşa Rizgarîxwaz ji sînorên fas û tonisê bûn. Ji bilî şerê ku zêdetirî 7 salan dewam kir, pirskirîka Cezayîrê bi xebatên diblomatîk di astekî mezin de di navnetewî de ji bona çareserkirinê bûbû mijarê gotinê û mijar ket rojeva dinyayê de ,da ku di demekî zûtirîn de pirskirîka cezayîrê û dinavê de gelê Cezayîrê çareser bikin.
Ev şer bi hemû wateya gotina Şoreşekî pênase dike, ji ber ku gelê Cezayîrî bi daxwaziya reforman bes nedidîtin, dibe ku bi çekên li dijî saziyên kolonyalîst şer kirin, da ku guherînên giring yên civakî pêk bînin. Lê di rastiya xwe de civaka ku şoreş bi rêve dibir, li ser bingihekî saxlem û bi îsrar xwe bi rastiya şert û mercan re kiribûn yek.
Her weha di vê navberê de, gelê Cezayîrê ji bona xwe xeta berxwedanê bingih girt ku şerekî demdirêj li dijî dagirkeriya Firansî da meşandin. Piştî wê firansa dest bi avakirina hebûna xwe li cezayîrê kir, ji bona rêxistinkirina rêveberiya xwe li ser kar bû. Da ku bikaribe her tiştên girêdayî rastiya gel, wekî çand, ziman û kevneşopiya wî ji holê rake. Her cure tundî da meşandin, bi vî rêbazî dixwest ku gelê Cezayîrê ji serhildanan dûr ragire, lê gel ji bona xwe ji her demî zêdetir çanda berxwedanê û qehremantiyê di asteke mezin de esas girt. Bê guman di dema xwe de ev şoreşa bi komên piçûk yên şoreşgeran hate dest pêkirin, piranî bi çekên kevin, yên mîna tifing û mayinan ji bona hedefên xwe bi kar tanîn. Di heman demê de navendên artêşa Firansî û cihên ku artêş xwe li welat bi cî kirî dikirine armanc. Bi avêtina guleya yekemîn a şoreşê re, daxwîyaniyek bi îmzeya Sekretêriya yê Êniya Rizgariya Netewî li ser gelê cezayîrê hate belavkirin. Di daxwîyaniyê de bang li hemû welatiyên Cezayîrê û hemû partî (tevger) hate kirin ku pîwîste ji hemû welatiyan bibin bersiva şoreşa biharan.
Refa Êniya Rizgariya Netewî bi tevlîbûna xwendekar û karkeran dihate pêştgirtin. Sandîkeya (yekîtiya giştî ya karkerên Cezayîrê ) ku di sibata 1956 an de hatibû damezrandin, ji bo piştgiriya Êniya Rizgariyê girevên netewî hatin li dar xistin. Her weha di çileya sala 1956 an de xwendekar li dijî zilm û zordariya çalakiyên hevpar li dar xistin. Di kongireya yekîtiya giştî ya xwendekarên misilman ên Cezayîrê de daxwaze serxwebûnê hate xwestin. Di 18’ê gulanê de ji sandîka bi boykotkirina ders û îmtîhanan banga tevlîbûna li nav refên Êniya rizgariya Netewî a ku li ser navê yekîtiya giştî ya bêsînor hate kirin. Ji aliyekî din ve jî di sala 1956 an de, di qadê de pevçûnên leşkerî diha gurtir bûn, wekî operesyonên tol girtinê bi pêşengtiya ciwanên xwendekar hate meşandin. Ev rewş jî li gelek dever û qadan bandoriyekî gelek dijwar kir, hema ciwanan rêbazên êrîşbirina li ser leşkerên firensî de pisporî bi dest xistibûn.
Bi vê mijarê ve girêdayî, ji adara sala 1956’an û pê de pêdivî hebû ku Kordinasyoneke berfireh di navbera serkirdayetiya herêman de were bi pêşdebirin ku bikaribin helwesteke yegirtî ya stratîjîk bi pêş bixin. Fermandareya siyasî û leşkerî ya netewî, ev nêzîkatî bi avakirina herêman pêk dihat. Ev gav jî bi pêşengtiya serokê Cezayîrê Zîgûd Yûsif û Eban remedan de bû, ku bi awayekî giştî biriyarên şer û siyaseta giştî ya Cezayîrê didan. Civîna Fermandariya her şeş herêman hate li darxistin, ji bilî Fermandariya herêma yekem ê ku di şer de jiyana xwe ji dest dabû, ji ber di her gavê de rastiya şer dida nîşan ku pêwîstî heya bi berdêlan re, rû bi rû werin. Her weha Konfiransa ku bi nav somnam di tebaxa 1956’an de ku têde çêndîn biryarên girîng hatin standin, di nav wan de damezrandina komîtiya hevrêzî hate damezrandin, her weha dabeşkirina herêmên ku bûne dewlet û rêxistinên leşgerî ya teqez û prensîbên girîng hatin pejrandin, girîngiya siyastvanan li ser leşgerî û serkirdayetiya navxweyî ya li ser fermandariya derve de jî her kesî re belav kir. Yekbûna serkirdatiya şoreşê şer û pevçûn gurtir dikir. Di vir de hate dîtin ku di navbera 8 rojan de gelek berdêlên şer hatin dayîn, 28’ê çile heta 4’ê sibata 1957’an de Cezayîr li hemberî îstîsmara Firansî, berfirehiya berxwedanê nîşandan, di vê navberê de kesên ku şer didane meşandin karîn ku çembera leşkerên Firansî bê bandor bikin. Ji xwe li hêlekî din rojane artêşa firensî bê hêz û qabîleyet mabûn ku li hemberî Cezayîrê li berxwe bidin. Êdî dema bi heybet hatibû ku artêşa firansî têk biçe.
Artêşa Firansayê ji bo şikandin û têkbirina giravê û di heman demê de ji bona rawestana li ber fedayiyan riyên herî tund ên mîna girtin, wêrankirin, îşkence û kuştinê gelek bi kar anî, zilm û zordariya firansa ya hovane bû ku bi raste, rast li ser gelê hermê re bû sedema gel xwe hevdû bicive û dawa xwe bigihîne raya giştî. Ji ber artêşa Firansî wisa kiribû ku gelek cûreyên xirabiyê li ser gelê cezayrê dabû meşandin, bi demê re jî raya giştî ya cîhanê ev bûyerên ku diqewimin bi awayekî rast didît, ku ev jî bû sedema nerazîbûnan li cîhanê xwe bide der. Bê guman bi demê re şêniyên bajaran piştgiriya xwe ji şoreşê re nîşan dan, mîna gelê Badiya gelek kesên fedayî derxistin pêş û her yek ji wan jî gureva wî ew bû ku xwe di oxra welat û azadiyê de parçe bikin. Li ser vî bingihî di 25’ê Tebaxa 1957’an de ciwanan li gelek deverên ku artêşa firansî baragihên xwe bi cî kiribûn, gelek çalakî hatin kirin. Di ancamê de jî nêzî 343 ê eskerê firansî mirin û mehkûmî tinebûnê bûn. Ji ber êdî dem hatibû ku gelê Cezayîrê tecrûba bi dest bixe, û bibe kesê pêşeng. Ji xwe di vê astê de jî şer ber bi erdên Firansayê ve biçe.
Di rastiyê de li hundirê welat, çalakiyên şer li çiya û cihên din gelek zêde dibûn, nemaze li Başûr, ku êniya Biyabanê di dawiya sala 1957’an de vebû. Zehmetiyên li hundir pir bûn deverên ku şer lê dihate meşandin hêza mîna firansa şerên nefsî gelek li ser gelê Cezayîrê pêk tanî. Hema dixwest ku dinavbeyîna rojan de gel bê îrade ragir û xwe li ser destkeftiyên wan bi cî bike. Ji bona wê jî Firansa dixwest ku bi avabûna sixoran re, Cezayîrê bi erdê ve bike yek.
Mirov dikare bibêje ku em li vir dikevine serdemek tevlîheviyê ku bûyer êdî ji kontrolê derdikev e. Ji ber vê yekê, li Firansayê ji hêla serok Coty ve qanûna guherîna leşgerî hate ragihandin. Serok Coty daxwaz kir ku dê Gaule Demildest desthilatê bigre ku rewşê bixe bin kontrola xwe de. Li ser vî bingihî di 1’ê Hizîrana 1958’an de bi piraniya dengên parlementoyê, dîsa wekî serok wezîr hate li ser desthilatê û di sala 1959’an de dest bi muzakeran kir, û daxwazî kir ku bi awayekî veşartî bi şoreşgeran re vere bi pêşxistin, ku pirskirîk bi awayekî siyasî bê çareserkirin. Lê ji ber ku destpêkirina muzakerên aştiyê hem netewoerestên tund ên artêşê û hem jî niştecihên Cezayîrê gelek aciz kirin. Bi heman awayî di 21’ê Nîsana 1961’an de ji aliyê çar generalên girîng yê artêşa Firansayê ve hewildana derbeyekî li dijî pergala Firansayê werê kirin, lê pêk nehat. Mirov dikare texmîn bike ku ger ji hêla wan her çar serbazan, darbe bi pêş de çuya wê demê bi rehetî Ceayîrî serxwebûna xwe bi dest xistba. Lê beriya derbeya eskerî sê ji wan serbazan ji milê Firansa ve hatin soykast kirin, û li vir derba pêk nehat. Tê dîtin ku gelek kesên bi Firansa re hevkariyê jî dikin, bi demê re nerehetî di wan de dide der.
Li milekî din jî tedbûrên mezin yên Firansî ji bo komkirin û birêvebirina nifûsê, ango gelê herêmê bixin dibin sîwana xwe de kar kir. Nêzîkî hefsed ofîsên îdarî yên taybet dane avakirin ku bikaribin bi wan gelê Cezayîrê têde bidin xebitandin. Ji xwe ger ev pêk hatiba wê gel ji sedî sed, ji nirxên şoreşê re dijber bûba. Lê baweriyekî gel hebû kû girêdan û dil soziya xwe ya bi şoreşê re diyar bikin. Ji xwe li hêlekî din ve jî leza şer kêm nedibû. Berxwedan şoreşgeran tevî şert û mercên dijwar jî, gav bi paş de nehate avêtin û ji bona xwe xeta qehremantiyê bingih girtin. Şerê ku bi gelemperî qewimî, di çile û gulana 1959’an de derî li ber xweguherînên girîng vekir. Şêniyên ku li derdora artêşa Cezayîrê re kiribûn yek, gelek êrîş bêk anîn û di çend deriyên sînor de bi ser ket. Lê bi demê re hate dîtin ku pirskirîka çekdarî gelek zede derdikete pêş.
Di Şoreşa Cezayîrê de Xeta Xiyanetê
wekî ku di dîrokê de em gelek caran rast tên xeta îxanetê rolekî diyarker lîstiya û bûye sedemekî şoerş têk biçin. Bêguman bi destpêkirina rastî ya şerê serxwebûnê a Cezayîrê û belavbûna şerê gerim li hemû herêmên Cezayîrê, Firansyan pêşî 50’î hezar leşker şand herêmê. Paşî hijmara leşgerên ku hatine şandin ji Cezayîrê, di sala 1956’an de derket 500 hezarî. Nêzîkî 170,000 ji wan hevkarên herêmî yên Cezayîrê bûn ku her kesî ji wan re digot (mislmanên xwecihî yên hevkar) bi vê têgînê dihatine nasîn, Cezayîr jî di wê demê de hindikahiyek xiristiyan û cihû hebûn. Piştre hatiya diyarkirin ku ji ber şert û mercên dijwar û berxwedana dijawar a li Cezayîrê, hijmara leşkerên Firansiyan ên li Cezayîrê tenê ji bo şer bikin derket 1700,000 hijmarek girîng ji wan leşgeran ne firansî bûn, xelkê herêmê bûn ku di şoreşê de bi rola hevkariyê radibûn û dijberiya xwe didan nîşan. di destpêka sala 1956’an de, dema ku şer di astekî mezin de gur bû, hijmara şervanên ku bi awayekî aktîf li dijî hêzên Firansî şer dikirin ku ji şoreşgeran bûn, bi xwe gelek destkeftî qzenc kirin. Lê di asasê xwe de hevkarî û heval bendiya hin kesên dijberî şoreşê bi awayekî rast derdikete holê.
Di Şoreşê de Zehmetiyên Çekan
Bê guman pirskrîka çekdanînê yek ji wan zehmetiyên herî zêde bû ku şoreş bi salan dirêj kir. Ya yekem û ya herî girîng bu ku rêxistina ji şoreşê re bi rola parestinê radibe bikaribe enternafîfekî ji bona peydakirina çekan bibîne. Ji ber ku bi demê re hate dîtin hijmara çekan berê û piştî şoreşê gelek nebesî bi xwe re derxiste holê. Ev jî bû sedemekî şoreşger bi berdêlan re rû bi rû bên. Yanî mirov dikare diyar bike ku, Şoreşa Cezayîrê ji destpêka damezrandina xwe ve, gelek caran li hemberî kêmbûna çekan re kêşeyekî mezin jiyaye. Li ser vî bingihî li gelek eyaletên welat ev pirskirîk mezin dibû, xema herî sereke ya Rêberê şoreşê ew bû ku bikaribin vê aloziyê çareser bikin, dizanîn ku cek mecbûriyetekî girîng e, û bê wê şoreş nikare bi ser bikeve. Ji bo vê yekê Rêberên Şoreşê serî li hemû rê û rêbazan dan ku çekan bigihînin eniya Rizgariyê. Piştire jî lêgerîna çekan li hemû aliyên dost û birayên ku bi şoreşê re dil soz bûn ji nûve hate aktîfkirin. Ji bilî ku lêgerîna wê di bazarên Navnetweyî ya çekan de aloziykî di warê peydakirinê de dida der, ji ber ku hemû girebestên wê bi timamî hatibûne girtin û kesek ji bona desteka Şoreşê a çekdarî nedibû berkevanek. Ji xwe ji bilî risk û îhtîmala têkçûnê, peravên saxlem lazim bû. Bi vî awayî desthilatiya kolonyalîst hemû rêbazên destdanîna li ser çekan kar dikir. Diviyabû ku Cezayirî di demekî nêz de bikarîna xwe ji çavkaniya vê pirskirîkê rizgar bikin û serî li hin welatên hevkar bidin, ku çekan bixin di bin serweriya xwe de. Ango ger nebûya her hal wê bi navê şoreşê tiştek neban e. Ji bona wê pirskirîka nebûyîna çekan heta dawuyê şoreş li ser masê ma, nemaze di dewletên navxweyî de ku tû sînorên wan bi welatên cîran re tûne bû lewra xwestin peydakirina çekan ji wan re giraniyekî mezin girtin ser xwe. Di vê navberê de eniya Rizgariya Netewî li nav xwe hin pilan danîn ku bikaribin ji hin welatên cîran re destek bigirin, ji xwe di astekî gelek mezin de misriyan jî heman rol girte ser xwe û dayina çekan ji bona gelê Cezayirê û ji şoreşgerên wê re rolekî girîng lîst. Her weha li hemberî vê rewşê diviyabû ku Cezayîriyan ji sedî sed serî li hin rêbazên dinê daba ku şoreşê di saxlemiyê de bihêlin. Ji xwe ev di astekî mezin de dihate dîtin ku gel çiqasî bi kevneşopiya xwe ve girêdayî ye. Bi navê baxên ereban de ji bona desteka şoreşê li ser kar bûn hemû derdên gelen ew bû ku bikaribin vê şoreşê bi ser bixin û di dinayayê de deng bidin. Ji bona wê jî keştiya Urdinê ya ji milê malbata Haşimî ve a dibin sîwana şah Husên bin telal de, ji bona rizgarkirin, û bi serxistina şoreşê ve pir rol da ser milê xwe. Hemû ermancên Husên bin telal ew bû ku di demekî nêz de bi riya keştiyê bi karibe di warê çekan de tedbîra şoreşê bigire û rê neda êrîşên Firansî li ser herêmê gurtir bibe. Ji xwe her kesekî helwesta husên bin telal di cîde didît.
Piratîka Îşkenceya Sîstematîk
Di şerê serxwebûnê ya Cezayîrê de rêbaza herî hvpar a şer ku Firansiyan li dijî gelên xwecihî bi kar anîn, îşkenceya sazûmanî bû ku bi awayekî sîstemkar bi pêşket. Firanseya ku bi awayekî fermî îşkence wekî rebaza şer qebûl kirin. Çawa ku di roja me ya îro de di rastiya Kurdistanê de tê jiyan kirin, heman rêbaz bi kar tanîn. Bêguman li welatê Cezayîrê hijmarekî mezin ku dinavê de Zilam, Jin, Pir û zarok li hemberî van îşkencan rûbirû hatibûn. Her weha ne tenê ew, hijmarekî mezin a ajanan organîze kirin û di nav gelê ereb de berjewendiyên chireng avadikirin. Gelek ji wan kesên ku îşkence li wan hatibûn kirin, di dema îşkenceya taybet a ku her tim dihate pêşxistin de mirin an jî seqetbûn di astekî gelek mezin de çêdibûn. Rêbazên din yên îşkencê di serdema serxwebûnê yê Cezayîrê de girantir bûn. Jean Marie ku berdevke îstxbarat û pergala îşkençê bû wê demê li Cezayîrê bi gelek karên ne ehlaqî ve rabû û her rêbazekî ne baş li ser kesên ku diketin di bin esîra wî de dida meşandin. Muhemed Abdulah ku di şerê Rizgariyê de ji aliyê Firansiyan ve rastî îşkenceyekê hat, di rojnivîsa xwe de diyar dike ku Jaen Marie di sala 1955’an de eliktirîk daye bedena wî, û gelek rêbazên ne ehlaqî li ser dane pêkanîn. Di sala 1955’an de, rapora lêkolînê ya Wiliyem Sayiec a li ser îckenceya li Cezayîrê, diyar kir ku îşkenceya li wê deverê dihate kirin, rêbaza herî bi bandor û xeternak bû. Di dema Şerê serxwebûê de leşgerên Firansî ji malbatên xwe re digotin ku devera, îşkence lê tê kirin gelek dijware.
Bilançoya Jenosayîdê a Cezayîrê
yek ji stratêjiyên bi rêkûpêk ên tirsandin û teslîmgirtinê yên ku Firansiyan di dema şerê serxwebûna Cezayîrê de ew bû ku 2.5 milyon sivîlên Cezayîrî ji bo herêmekî diyarkirî ya ku dibin kontrola leşgerên Firansî de, ku wan wekî kampên komkirinê avakiribûn, û hiştina wan di îzolasyonê de bihêlin. Ji bona wê hate dîtin ku bi vê demê ve girêdayî 300 Cezayrî hatin dîtin ku ji hêla Firansiyan ve hatibûn îşkence kirin û gelek kes ji wan bi merinê re rûbirû hatibûn hiştin. Di gorên komî de li herêma Tebesa ku nêzî Tûnsê dikeve, di dema lêgerîna windahiyên di rizgarkirinê de hetin dîtin û hatin veşartin. Bêguman piraniyên wan gelê herêmê bûn. Firansiyan di şerê Rizgariya Netewî ya Cezayîrê de hilweşandina herêmên ku gel xwe bi cih kiribû ku bi pêkanîna qirkirinê a sîstematîk ve hate bêkanîn. Di van pêkanînan de 8000 gund hatin wêran kirin. Di dema ku Firansiyan ev pêk tanî modêlên herî dawî li ser sivîlan û şoreşgeran dida meşandin. Li gorî daneyên berdest, di encama van êrîşan de, hema hema nîvê nifûsa gundiyên Cezatîrê wê demê koç bûn, neçar man mal û warên xwe yên ku bûne bêber yê ku ji aliyên bombeyên (napalmê ) yên ku Firansiyan di dema şer de bikar anîn. Ev jî rêbazek ji wan rêbazên bi bandor bûn ku li ser hebûna gel dihat.
Merhelên dawî yên şoreşê
Bê guman di sala 1960’an de fermandarê artêşa Furansî Bawlo ferman da ku berxwedana şoreşgeran li hundir kêm bike, da ku bikaribe hêza giştî bike bin qontrola xwe de. Ji ber vê yekê pilan dikirin ku bi operasyonên xwe yên serbazî li dijî herêmên Kabeyila û Aures, bû ku yek ji pilanên herî hovane bû ji ber ku ew berxwedana şoreşgeran û serxwebûna wan, heme mirov dikar e bibêje girêdayî nirxên gelerî bû. Di vî warî de Firanîs wisa kir ku milyonek Cezayîrî şandin kampan û bi hezaran kes hatine wêran kirin. Ji ber ku ermanca Firansiyan ew bû, gelê herêmê dinava pencên qirkirinê re derbas bike. Ev jî bi awayekî bê bext û vekirî dikir. Tevî hemû hewildan û êrîşan giran yên artêşa firansyan, lê ti carî êniya Rizgariya Cezayîrê gav bi paş de nehavêt. Ji ber dijwariya şer dihate xwestin ku agirbestekî demkî were îlan kirin. Ji xwe di astekî gelek berz de firansî li benda agirbestê bûn. Ger li gorî berjewendiyên firansiyan agirbet çêbibe, wê di demekî kort de bikarîbane di warê hêz de, koma şoreşgeran têk bibe. Lê li gorî tişta difikirî nebû, û ev jî hişt ku berjewendiyên wê hilweşe.
Her weha di çileya 1961’an de fermandareyekî nû xwe damezrand ku erman ew bû rûbirûbûna xetên ekektirîkê yên bendavan ku feyda jê werdigirin tine bikin û li ser gel şerên nefsî bidine meşandin. Ji ber dagirkeriya Firansayê her gavekî tavêt bi hîsab tavêt, lê ev jî nedbû sedem ku gelê Cezayîrê gav bi paş de bavêje. Êrîşên navendên Firansî, vekirina qolên ku destûr didin yekîniyên piçûk derbas bibin, cemidandina dijmin hewce dikir ku ji nû ve were organîzekirin. Leşgerên sînor bi şêweya tabûrên şer ên sivik bi batariyên darkirî tevgeriyan. Yanî mirov dikare diyar bike ku ji her aloziyekî re helbet enternatîfekî xulqandin hebû, ku ev jî rê li ber rizgarkirinê vebike. Bê guman tevgerkirina hijmarekî mezin ji penaberan hişt ku çend navendên rahênanê bên damezrandin, û ev jî hişt eniya nû ya li Başûrê xwe bi rêxistin bike û êrîş bibin li ser çekdarên Firansî. Di vê navberê de îdî hêz û qabiliyeta artêşa Firansî nemabû ku li ber xwe bide, her dem derbas dibû ji qidûm diketin û neçar dibûn ku gelek ji wan xwe radestî eniya Rizgariyê bikin.
Di hêlekî din de jî wezareta şer û ragihandina ya ku di milê kesekî binav (Busiv) ve hatibû damezirandin bi gelek kar û xebat di astekî giring de dabûne meşandin. Saziyên ku hatibûn damezrandin wekî Îstîxbarat, peywendî, weşanên radiyo û hwd. Bi taybetî wîzaretê çek ji Îraq, Suriya, Urdun û li gelek devrên din çek hatin kirîn. Her weha gelek qadên çek çêkirinê hatin xebitandin ku di şoreşê de bû xebata sereka. Bêguman xebatê îstixbaratê jî bû yek ji mijarê herî girîng yê wizaretê ku bi zanîna dewleta firansa û artêşa wê pê, dihate şopandin. Ya din jî Radiyo rojane weşanên xwe nû dikirin ku dengê şoreşê bighînin giştî cîhanê. Girêdayî vê xalê ji pîwîste neyê bîrkirin ku Misr rolekî diyarker lîst, nemaze misrê meseleya Cezayîr pijirand û ji bona xortkirina wê xebitî. Ev jî dida diyar kirin ku destihlatiya firansiya roj berî rojê hilweşe. Hemû ermancên misr û dinavê de gelê wê ew bû ku Cezayîr di demekî nêz de serxwebûna xwe bi dest bixe.
Ji bona ku êdî kêşeya Cezayîrê bi hin rêbazan were çareserkirin, hin heytên eniyê çûne Endonizya, Melezya û Serîlankayê û hin şandiyên din jî berê xwe dane çîn û yekîtiya Soviyetê. Ev şande piraniyên xwe ji aliyê gelê welatê Cezayîrê ve dihate bi rêvebirin û hazirkirin. Bi awayekî mezin li welatên ku hatibûne serlêdan kirin, hatibûn pêşwazîkirin û li wan welatan peyam hatin îmzekirin. Diviyabû ku ji vê gavê û şûnde şeqamekî dijwar li dagirkeriya Firansayê bikeve û di raya giştî de were taşîrkirin. Li hêlekî din jî, xwepêşandanên gelerî li welatê Cezayîrê di miha kanûna sala 1961’an de derket ku di astekî de artêşa sînor bi hêz kir. Her weha di 10-11 ê kanûna 1961’an de pêşandan mezin bû û ev jî hişt ku yekîtiya netewî, piştevaniya xwe ji doza Cezayîrê re diyar bike. Li welatên Ereban jî heman rewş dihate jiyîn, hevgirtin û hevalbendiya wan li holê bû. Ev jî sedemek serke bû ku gelê Cezayîrê hebûna xwe bi dest bixe û bibe kesê pêşeng di oxra doza xwe de. Mirov dikare diyar bike ku berwedaniya bi gelan a salan dewam kir, Firansî mecbûr hişt ku li ser maseya çareseriyê birûne.
Bi demê re ev danûstandin cidî bûn ku Firansa neçrî li hevkirinê bike. Ji xwe di astek mezin de siyaseta wî xitimî bû û nema bandor li ti deverî dikir. Ev jî neçar kir ku bi eniya rizgariya netewî re di hin hêlan de li hev bike û têkilî ji bona çareseriyê deyine. Di encamê de, di 18’ê adara 1962’an de îmzekirina ji hêla serokê şandiya têkiliyan de hate kirin. Her weha roja piştî wê hate ragihandin ku şer bi dawî bibe. Li ser vî bingihî Cezayîrê karîbûn ku mafên xwe yê çarenûsa siyasî û avakirina dewleteke sebixwe bi dest bixe. Di peymanan de tedbîrên piratîkî yên rawestandina şer, garantîkirina şoreşê bi pilansazî hate meşandin. Bi vî awayî armanca şoreşa 1’ê mijdarê, ku gelê Cezayîrê jêra pêşengtî dikir giha armanca xwe ya sereke.