NAVENDA NÛÇEYAN –
Aslan ASLAN nivîsand
Li Tirkiyê ev çend sal in, qeyrana aborî di rojevê de ye. Ev qeyran li meydana civakî û siyasî jî xuya dike.
Li Tirkiyê ev çend sal in, qeyrana aborî di rojevê de ye. Ev qeyran li meydana civakî û siyasî jî xuya dike. Bi taybetî ji ber qeyrana aborî aloziyeke mezin heye. Xelk nema dikare fatorayên ceyranê bide. Lewma jî çend caran çalakiyên ji bo fatorayên ceyranê pêk hatin.
Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê buhayê her tiştî zêde kiriye û xelkê perîşan dike. Dibe ku vê yekê bi zanebûn dike. Xelkê mecbûrî birçîbûnê dike. Heger xelk birçî be, derdê wî dibe gepik nan. Desthilatdarî jî wî xelkî muhtacî xwe dike. Li welatekî ku ewqas bendav lê hene û pirraniya wan jî li Kurdistanê ne. Dewleta Tirk bi bendavên wî gelî ceyranê çêdike û fatorayeke mezin ji wan re dişîne.
Sedema esasî ya qeyranê ji polîtîkayên şer ên AKP-MHP’ê tê. Îro her kes hay ji vê heye. Lê xuya ye ne xema her kesî ye. Heger derdê xelkê qeyran bûya, wê rabûya ser piyan. Ji bo têkbirina vê rejîma talanê pêdivî bi hêzeke mezin heye. Hêza ku her kes tê de cih bigre û ji bo mafê xwe rabe.
Lê ev hêza ku em behsa wê dikin, nabe yek. Ev yek jî li hesabê desthilatdariyê tê. Rejîma faşîst ji vê yekê piştrast e, û lewma jî bixwebawer tevdigere. Eger ne wilo bûya, wê hesabê civakê bikira û li gorî wê tevgeriyaba. Êdî dema wê hatiye û derbas jî bûye. Divê êdî ev faşîzm were sekinandin û dermanê wê jî yekbûna gelan e. Heger yekîtî nebe, wê her tim parçebûn çêbibe.
Îro li Tirkiyê firsendên dîrokî di destê muxalifan de ne. Ev rejîma faşîst wê heta hetayê li ser desthilatdariyê nemîne. Ji tacîz û tecawuzan heta dizî û talanê, tişktek nemaye ku nekiriye. Îro jî çavê xwe berdane bêrîka gel. Ev gel wê heta kengî xwe li wan ragire gelo? Pêdivî bi serîrakirinê heye. Heger nerazîbûnek hebe, divê bersiva wê jî hebe. Em dibînin ku gel li meydanan û li her derê nerazîbûna xwe nîşan dide, lê dema tê xwestin bersiva wê nayê dayîn. Erdogan û rêveberiya wî ya faşîst dizanin ku bersiva pêwist were dayîn, ew ê têk biçin. Ji bo ku têk neçin jî her tim serî li dek û dolaban didin. Ji bo xapandina gel, her rê û rêbazê diceribînin. Her carê tiştekî derdixînin û hewl didin civakê bixapînin.
Xelkên li bakurê Kurdistan û Tirkiyê ji vê desthilatdariyê bêzar bûne. Ew gel rêveberiyeke demokratîk dixwaze. Dermanê vî gelî jî HDP bi xwe ye. Tenê HDP dikare ji bo xelkên Tirkiyê aştî, aramî, edalet û azadiyê bîne. Ev partiyên ku nû derketine jî li ser feraseta Erdogan dimeşin. Ti ferqa wan û rêveberiya faşîst a Erdogan tineye. Wekî ku Erdogan destpêkê hatibû ser desthilatdariyê tevdigerin. Ji van partiyên nû jî tiştek dernakeve. Zêhniyeta wan û tevgera wan yek e. Hewl didin civakê bi nûbûnê bixapînin. Wekî din tiştekî nû ku bidin civakê tineye. Heger xwestibana wê li dijî fatûrayên faşîzmê derketibana.
Ew fatorayên ku ji gel re tên şandin, fatûrayên faşîzmê ne. Bi wan fatorayan ji gel re dibêjin, ev heqê we ye. Ev desthilatdarî xelkên kole û bindest dixwazin. Yanî ji serî heta binî bi ya wan bike. Heger ew fatoraya faşîzmê be, wê demê gel jî dikare wan fatorayan bi bersiva xwe razîne. Ev desthilatdarî ji zilmê pê ve tiştekî din layiqî vî gelî nabîne. Tiştekî din ku bide gel tineye. Ji ber ku ji serî heta dawî desthilatdariyeke faşîst e. Rêveberên wê desthilatdariyê bi dizî û talanê tên naskirin. Ji gel didizin û talan dikin.
Êdî dema wê hatiye ku ev desthilatdarî biçe û li Tirkiyê aramî peyda bibe. Xelkên li Tirkiyê bi hesreta wê ne. Ji bo ev hesret bi dawî bibe û xeyalên vî gelî pêk werin, pêdivî bi yekbûnê heye. Ev hilbijartina li pêşiya me, şensê dawî yê vî gelî ye. Heger di hilbijartinê de bersiveke xurt were dayîn, wê fatoreya faşîzmê were razandin. Wekî din ti bersiv wê nikaribe wê fatoreyê razîne.
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA