STENBOL – Di salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê de, gelan bi taybet li çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiye, Ewropa û gelek deverên cîhanê ji bo xwedîderketina Rêber Apo çalakî li dar xistin. Bi taybet ciwan di Sibata îsal de ji van çalakiyan re pêşengtî kirin û qad naterikandin.
Di sala 2022’an de çalakiyên Ciwanên Welatparêz ên li metropolên Tirkiyeyê derketin pêş. Stenbol îsal bû metropolek ku ciwanên Kurdistanê li dijî komplo û tecrîdê çalakiyên xwe zêde kirin. Ciwanên Kurdistanê bi rojan e ji bo şermezarkirina komployê bi gelek awayan çalakiyan li dar dixin.
Ciwanên Welatparêz bi armanca protestokirina komploya 15’ê Sibatê û tecrîdê, li gelek deverên Stenbolê bi nexşkirina wêneyê Rêberê Gelan li ser dîwaran dirûşmeyên li dijî Komplo û tecrîdê nivîsandin.
Ciwanên Welatparêz ên ku bi fîşekên hewayî û dirûşmeyan meşiyan, diyar kirin ku heta azadiya Rêber Apo bi dest bixin wê çalakiyên xwe bidomînin.