NAVENDA NÛÇEYAN – Mazlum Dag û Abdurrahman Er ku bi hêceta kuştina endamê MÎT’ê Osman Kose yê di Serkonsolosxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê erkdar bû ya 17’ê Tîrmeha 2019’an, ji aliyê dadgeha dereceya yekemîn ve bi cezayê darvekirinê hatibûn mehkûmkirin, ji 13’ê Sibatê ve li girtîgeha Hewlêrê di rojiya mirinê de bûn.
Mazlûm Dag bi telefonê bi malbata xwe re axivî û diyar kir ku daxwazên wan bi cih hatine û dawî li çalakiya xwe anîne.