KOBANÊ – Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ku Tebaxa borî di kemîna hêzên PDK’ê de li herêma Xelîfanê ya Başûrê Kurdistanê şehîd bûne, bi dirûşmeya “Bi rihê berxwedana Kobanê em ê dagirkerî û xiyanetê têk bibin”, dest bi çalakiya konvedanê kir. Endamên sazî, navend, deste, partiyên siyasî yên herêma Firatê ji saet 10:00`an û heta saet 15:00`an tev li çalakiyê bûn.
Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Eyşe Efendî ji ANHA`yê re axivî û got, çalakiya konvedanê berdewamiya çalakiyên dayikên aştiyê ya deriyê Sêmalka ya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên li gel PDK`ê ye.
Eyşe Efendî tevgerên PDK`ê şermezar kir û wiha got: “Di dîrokê de malbata Barzanî xeta xiyanetê dimeşin. PDK`ê fermanên xwe ji dewleta Tirk a dagirker digre. Serdana dawî ya Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Tirkiyê vê yekê eşkere dike.”
Eyşe Efendî anî ziman ku gelê herêmê ji bûyerên ku li derdora wî diqewime hişyar e, nirxên şehîdan dizane û dizane ku kî xiyaneta welat dike û ji bo çi.
Eyşe Efendî destnîşan kir ku gelê herêmê hewl dide aştî û ewlehiyê xurt bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kengî PDK`ê dev ji xiyanetê berde wê demê dê aştî û biratî pêk werin. Em soz didin ku em ê çalakiyên xwe dewam bikin heta ku xwesteka dayikên şehîdan ên wergirtina cenazeyên şehîdên wan pêk were. Em bang li PDK`ê dikin ku vegerin rêya rast û dev ji xiyanetê berde.”
Her wiha Berdevka Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan Helîma Osman îşaret pê kr ku gelê herêmê destekê dide gerîla û şopdarên rêya wan in.
Helîma Osman xeta xiyanetê ya PDK`ê û radestnekirina cenazeyên gerîlayan şermezar kir û anî ziman ku divê PDK`ê dev ji xeta xiyanetê û destekdayîna ji Erdogan re berde.
Helîma Osman soza şopandina rêya şehîdan da û got ew ê beşdarî hemû çalakiyên bi daxwaza wergirtina cenazeyên şehîdan bibe.
Li gorî Navenda Ragihandinê ya HPG`ê ku çekdarên PDK`ê di 28 – 29`ê Tebaxa borî de kemînek ji gerîlayên HPG`ê re li herêma Xelîfanê danî. Di encama wê de 5 gerîla şehîd bûn, gerîlayek birîndar dîl hate girtin û gerîlayek vegeriya nuqteya xwe.
Çavkani: ANHA