ŞIRNEX – Derbarê Hevseroka HDP’a Cizîrê ya berê Guler Tûnç de ji ber wêneyên ku di medya dîjîtal de parvekirine bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” qaşo lêpirsîn hat destpêkirin.
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Guler Tûnç di 27’ê Kanûna 2021’an de li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal wêneyê bîranîna Komkujiya Roboskê û Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir ên di 4’ê Çileya 2016’an de di encama gulebarandina maşîneya zirxî hatin qetilkirin parve kiribûn. Ev wêne bûn mijara lêpirsînê. Dozgeriyê bi hêceta ku Guler, di parvekirinan de “Propagandaya rêxistinê” kiriye, di çarçoveya lêpirsîna daye destpêkirin de Guler vexwend îfadeyê.