NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka KCD’ê Leyla Guven 30’ê Mijdara 2020’an li Çewlikê di bernameyekê de, di weşana zindî de navê ‘Kurdistan’ê gotibû. Bi vê hincetê Serdozgeriya Komarê Tirk a Çewlikê lêpirsîn derheqê Guven da destpêkirin.
Serdozgeriyê got navê ‘Kurdistan’ê bi tena serê xwe nabe ‘sûc’ê ‘propagandaya rêxistinê’ û biryar li ser jêqerînê da.