STENBOL – Xwendekarên HDP’yî li Qada Beyazitê ya Stenbolê êrişa nijadperest a li ser xwendekarên Zanîngeha Akdenîzê protesto kirin.
Li ser navê xwendekaran Mazlûm Buyukkaya daxuyanî da û diyar kir desthilatdariya AKP û MHP’ê zemîn ji van êrişan re amade kirine û got:
“Li hemberî faşîzma AKP û MHP’ê ya ku hebûna xwe li ser tunebûna me ava dikin û li hemberî qirkirina li ser Kurdan a sed salî me xwe parast û me li ber xwe da. OGB û polîsên sivîl êv êriş organîze kirine. Bi van êrişan dixwazin xwendekarên Kurd ji zanîngehan dûr bixînin. Wê xwendekarên Kurd jî li ser esasê xweparastinê bersivê bide van êrişan. Hewce bike bi pênûsa xwe û hewce bike em ê bi kulma xwe li hemberî van êrişan bin.”
Ciwanan dowîzên ‘Bijî berxwedana xwendekarên welatparêz’, ‘Em li hemberî êrişên faşîst bibin yek’ û Xwendekarên Kurd ji êrişên faşîst natirsin’ hildan.