QAMIŞLO – Çavkaniyên xwecih ragihand ku balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker erebeyek li ser rêya Qamişlo-Amûdê kir hedef. Di encamê de 4 kes birîndar bûn ku 3 jê jin in.
Li gorî agahiyên berdest navên birîndaran wiha ne; Daliya Şêxmûs (20), Roza Hemo (38), Menîfe Himêdî (33). Navê birîndarê din nehat zanîn.