AMED – Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya lîstikên ku dê di meha Adarê de li pêş bixin eşkere kir. Li gor bernameya ku hat eşkerekirin, lîstikên “Tartuffe”, “Don Kîxot” û “Hinek Henek” dê rasterast ji aliyê ekîbê ve bên lîstin. Her wiha dê ji aliyê tîmên şanoya mêvan ve hin lîstik bên pêşandan.
Akademiya Çand û Hunerê ya Uverçînkayê bi lîstikên xwe yên bi navê “Stable Beraz”, Batman Yenisahne “Serbaz” û Kumpamya Amed bi lîstikên “Tayo, Datdat û Çend Jiyanên Berê” dê bi hezkiriyên şanoyê yên li bajêr re bên cem hev.
Di çarçoveya bernameyê de ji bilî lîstikên şanoyê wê konsera ku ji aliyê Amidart ve tê organîzekirin jî were lidarxistin. Ji bilî Tuba Kaya, Guneş Demir û Ozan Çoban dê di du şanîyên cuda de bi temaşevanên xwe re bên cem hev. Bernameya ku wê di 3 yê Adarê da dest pê bike wê heta 26 ê Adarê dewam bike.
3’ê Adarê Pêncşem, saet 19.00: Konser – Tuba Akkaya
4’ê Adarê Înî, saet 19:00: “Don Kîxot”
9’ê Adarê Çarşem, saet 19.00: Konser – Guneş Demir û Ozan Çoban.
11’ê Adarê Înî, saet 19.00: “Tartufle”
12’ê Adarê Şemî, saet 19.00: “Tartufle”
13’ê Adarê Yekşem, saet 19.00: “Tayo, Datdat û Çend Jiyanên Berê” – Kumpamya Amed
17’ê Adarê Pêncşem, saet 19.00: “Domûr Barn” – Akademiya Çand û Hunerê ya Üvercinka
18’ê Adarê Înî, saet 19.00: “Hinek Henek”
19’ê Adarê Şemî, saet 19.00: “Hinek Henek”
23’ê Adarê Çarşem, saet 19.00: “Hinek Henek”
24’ê Adarê Pêncşem, saet 19.00: “Hinek Henek”
26’ê Adarê Şemî, saet 19.00: “Serbaz” – Êlih Yenisahne
27’ê Adar Yekşem, 19.00: “Serbaz” – Êlih Yenisahne