GALLEN – Tevgera Ciwanên Şoreşger, çepên sosyal û demokrat ên Swîsreyî li St. Gallenê ji bo PKK ji lîsteya “rêxistinên terorê” bê derxistin standa agahdarkirinê vekirin û gelek îmze komkirin. Standa agahdarkirinê ku di saet 12:00‘an de li Kornhaûsplatzê hate vekirin rastî eleqeyek mezin hat.
Çalekgerê standê Robîn anî ziman ku derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê gelekî girîng e û got:“ Weke Ewropî em dikarin gelek tiştan ji tevgera azadiya Kurd fêr bibin. Ji bo têkbirina kapîtalîzmê divê em bi Rojava re bibin yek.”
Ciwanê bi navê Emmî ku ji bo piştgiriyê bide kampanyayê îmzeyan kom dike jî got: “Navê PKK’ê di lîsteya terorê de girtin, durûtiya dewletên îmze kirine ye. PKK ji ber berjewendiyên aborî di lîsteya terorê de ye. Ez bi xwe piştgiriya Tevgera Azadiya Kurd dikim, ji ber ku xwedî li nirxên girîng derdikevin. Mînak jiyana ekolojîk, azadiya jinê û jiyana hevpar. Hêvîdar im hemû gelên cîhanê bi tevgera azadiya Kurd re piştevaniyê nîşan bide.“