LONDON – Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Jinên Ciwan Tekoşer (TekoJIN) û ciwanên enternasyonalîst bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û azadiya fîzîkî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li paytexta Îngilîstan Londonê meşiyan. Gelek Kurdistanî û dostên wan tevlî meşa ku li Qada Trafalgar destpê kir, bûn. Di meşê de pankarta “Fredoom for Ocalan (Ji Ocalan re azadî)”, alên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û PKK’ê hatin hildan. Di meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Freedom for Ocalan” hatin berzkirin.
Di meşê de ciwanan xwest ku tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe û ji bo azadiya fîzîkî jî belavok belav kirin.
Çalakiya ku bi qasî saetekê dewam kir, bi banga hemû gelan bi taybet ciwanên Kurd ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dakevin qadan bi dawî bû.