ŞEHBA – Îro li dibistana şehîd Şiyar a li navçeya Babinis a kantona Şehbayê, Tevgera Xwendekaran a Demokratîk a Herêma Efrînê bi daxuyaniyekê êrişa li ser xwendekarên kurd ên zanîngeha Akdenîzê hatiye kirin şermezar kir. Her wiha piştgiriya xwe bi xwendekaran re rave kir.
Endama Tevgera Xwendekaran a Demokratîk a Herêma Efrînê Sewsen Xelîl daxuyanî xwend.
Daxuyanî wiha ye:
“Nijadperestiya dewleta Tirk a faşîst û mêtînger ji xwînmêtina kurdan têr nebûye ev yek jî di dîroka 22’Sibatê de diyar bû ku dewleta Tirk kiryarên mîna kuştin, tunekirin û helandinê didomîne. Di serî de ev êriş li dijî çand, ziman, kultur, wêje û hebûna kurdan e. Armanca yekemîn têkbirina hebûnê ye.
Ev ne cara yekem e û ne jî ya dawî ye ku kiryarên wisa li dijî xwendekarên kurd pêk tên. Em dibînin ku dema mijar dibe kurd her kesê dijberî hev dibin dost. Ev rastiya heyî bi dehan caran xwe dubare kiriye. Yekser xwendekar, ciwan, zarok û dayikên kurd dibin armanca van lihevkirinên qirêj.
Vê carê jî li Zanîngeha Akdenîzê ya Antalyayê 30 nijadperes êrişî 3 xwendekarên kurd kir. Ev êriş yekser li pêş çav û çavdêriyên polîs, leşker, destgeh, dadgeh, sazî û parlamentoya Tirk pêk hat. Xwendekarên kurd bi taybetî yekser dibin armanca guleyên polîsên, mafya û nîjadperestên girêdayî AKP û MHP’ ê.
Em jî weke xwendekarên dibistana şehîd Şiyar piştgiriya xwendekarên Zanîngeha Akdenzînê ya Antalyayê dikin. Ji bo wê jî em hikumeta A.K.P û partiya M.H.P ‘ ê şermezar dikin û nijadperestiya wan a qirêj red dikin.
Bi navê Tevgera Xwendekaran a Demokratîk banga me li UNICEF û saziya mafên mirovan e ku mîna van êrişan li dijî xwendekarên kurd rawestîne.”