WAN – Tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan her ku diçe girantir dibe. Li Kurdistan û gelek deverên Ewropayê çalakiyên protestoyî yên li dijî tecrîd û pergala îşkenceyê ya li ser Rêberê Gelan hatiye pêşxistin dewam dikin.
Ev çalakiyên bi pêşengiya ciwan û jinên ciwan li Bakurê Kurdistanê her ku diçe mezin dibin. Ciwanên Welatparêz vê carê ji bo şermezarkirina tecrîdê li taxa nû ya navçeya Îpekyolu ya Wanê û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan pêk bînin, çalakiya nivîsê û fîşekên hewayî li dar xistin.
Gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Her wiha nivîsên wekî “Em 15’ê Sibatê Lanet dikin”, “Heqîqet Evîn e, Evîn Jiyana Azad e”, “Me Ciwan Dest pê Kir, Em ê Ciwan Biqedînin”, “Dem Dema Azadiyê Reber Apo ye” hatin nivîsandin