NAVENDA NÛÇEYAN – Serokwezîrê Swêdê Olof Palme 28’ê Sibata 1986’an li Stockholmê dema ku ji sînamayê derdiket hate kuştin. Dewletên rojavayî û yên bloka sosyalist jî bi vê kuştinê şok bûn. Di serê van welatan de jî Elmanya Rojhilat bi navê xwe yê fermî Komara Demokratîk a Elmanyayê (DDR) hebû. Ji ber ku li DDR’ê rejîma sosyalist li ser kar bû û têkiliya xwe bi Palme yê demokratê sosyal re xweş bû. Ji ber vê jî rêveberiya DDR’ê pir ji nêz ve li ser kuştina Palme sekinî.
Piştî kuştina Palme rêxistina îstîxbarî ya DDR’ê Wezareta Ewlehî û îstîxbaratê ya Dewletê (Ministerium fur Staatssicherheit-MfS), ku bi navê Stasî dihate zanîn, ji bo ku kuştina ku wan rojan bandor li ser cîhane kirî zelal bike û bikeve pey berpirsan tevgeriya. Piştî kuştinê bi çar rojan bi fermana Wezîrê Stasî Erîch Mîelke komisyona lêpirsînê hate destpêkirin.
Ev komisyona bi rêveberiya Gunther Jackel, raporên ku ji agahiyên sîxûrên xwe yên li Elman û welatên din têkilî kuştina Palme tomar kirî, rojane li ber wezîr Mîelke datanî.
Niha beşek ji van raporan ku ji 8 klasoran û bi sedan rûpelî pêk tê, li arşîva Ajsana Qeyde Stasî, yên dewleta Elman de, têkilî ‘şopa Kurd in’ ku piştî kuştina Palme hatiye hazirkirin.
Di raporan de ya têkilî kuştina Palme di raporên îstîxbaratê de ku 7, 11, 12 û 16’ê Adara 1986’an hatine hazirkirin, beşên têkilî Kurdan û PKK’ê hene. Di rapora 7’ê Adarê de orjînala daxuyaniya çapemeniyê ya Nûnertiya Ewropayêya PKK’ê ku di 3’yê Adarê de dayî, cih girtiye. Di vê raporê de tê gotin PKK’ê aşkere kiriye ku li pişt kuştinê ew nînin, kanên Swêdê jî weke gumanbarên sereke îstîxbarata Tirk qebûl dikin.
Di rapora Daîreya 22’an a Stasî de ya 11’ê Adara 1986’an tê gotin îstîxbarat û polîsên Tirk têkilî endamên PKK’ê alîkarî dane yekîneyên lêpirsînê yên Swêdê.
Li gorî raporê yekîneyên ewlehiyê yên Tirk belgeyên lêpirsînê yên derheqê PKK’yiyan nas de, dane. Di raporê de agahiyên berfireh ên têkilî Cemîl Bayik û Alî Haydar Kaytan ên PKK’yî hene.
Di rapora 12’ê Adarê de jî agahiyên derheqê Cemîl Bayik û Alî Haydar Kaytan spartine ser dosyaya lêpirsînê ya Midûrtiya Emniyetê ya Elman (BKA). Di raporê de ku îstîxbarata Elmanyaya Rojhilat ji muxabîrên bi ser wan ve standine, tê gotin Cemîl Bayik ê bi navê kod, ‘Şiyar’ li Sûriyê dijî, Alî Haydar ê bi navê kod ‘Fuat’ û ‘Hawar’ gelek caran diçe Elmanyaya Rojava.
DI KAMPANYAYA DIJÎ PKK’Ê DE ROLA PDK’Ê
Di wan raporan de ku Stasî hazir kirî yek ji tiştekî dî yê balkêş ev e ku di kampanyaya reşkirina PKK’ê de ya piştî kuştina Palme, rola rêxistinên Kurd e. Di rapora 3 rûpelî de ku Daîreya 2’yan 16’ê Adara 1986’an hatî hazirkirin, tê gotin Partiya Demokrak a Kurdistana Iraqê (PDK-I) PKK’ê ji kuştina Palme berpirs dibine. Di vê raporê de ku ji hevdîtinên sîxûrên Stajî li Rojavayê Berlînê bi rayedarên payebilind ên PDK-I hatiye hazirkirin, bi kurtî tê gotin PDK’yî ji ber van du sedeman dibe ku PKK’yiyan Palme kuştibin:
‘’PKK jixwe ji mêj ve kampanyayeke dijî Palme dike. Piştî kuştina li Swêdê PKK’yî hatin destgîrkirin, PKK jî ji bo ku tola vê hilîne dibe ku Palme kuştibin. Her wiha Palme jî pir ji Kurdan hez dikir û dewleta Tirk ji vê aciz bû. Dibe ku bi navbeynakariya sîxûrên di nav PKK’ê de hatin bicihkirin, ev cinayet pêk hatibe.’’
Olof Palme salên 1969-1976 û 1982-1986’an li ser kar bû û dixwest dawî li zextên li ser Kurdan were. Lê seyr e, kuştina Palme kirin stûyê Kurdan.
Piştî kuştinê bi heftiyekê li Swêdê bi ser malên Kurdên welatparêz de girtin, gelek Kurd hatin kelepçekirin û avêtin qereqolan. Ev êrîşa li ser Kurdan a li Swêdê piştre li Elmanyayê jî dubare kir.
Saziyên çapmeniyên yên Elman û Swêd û çapemeniya Tirk ji bo ku kuştinê bikin stûyê PKK’ê li pey hev nûçeyên derewîn dan. Ne pir dûr, piştî du salan kuştina Palme sala 1988’an bû kana ‘Doza PKK’ê ya li Dusseldorfê, ku komeke PKK’yî hate darizandin û di nav wan de Duran Kalkan, Alî Haydar Kaytan û Huseyîn Çelebî jî hebûn.
Li qada navnetewî Kurdan, lîderekî ku ji dil heqê wan diparast winda kir, kuştin kirin stûyê PKK’ê û bi vî rengî bû operasyoneke Kurdan reş bikin. Jixwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştre, rûdanên piştî kuştina Palme, weke ‘gava pêşî ya komploya navnetewî ya li ser xwe’ nirxandibû.
Pişt 36 salan 10’e Hezîrana 2020’an Swêdê bi fermî ragihand ku ti têkiliya Kurdan û PKK’ê bi kuştina Palme re nîne.
Serdozgiriya Swêdê aşkere kir ku gumanbarê kuştina Palme Stîg Engstrom ê Swêdî ye ku sala 2000’î miriye û bi vî rengî ser dosyaya Palme hate girtin.
Lê li gel vê jî hikûmeta Swêdê bi awayekî fermî ji Kurdan û tevgera azadiya Kurdan lêborîn nexwestiye.