HELEBCE – Ji bo hişyarkirina ciwanan a ji koça berbi welatên biyanî ve, li Helebce semînerek hate dayîn. Di semînerê de ji ciwanan hate xwestin welat terk nekin û ji bo guhertinên bingehîn xebetê bikin.
Li avahiya Rêxistina Nû ya Helebce, Rêxistina CDO bi hevkariya Rêxistina ICMPO bi navê ‘Koça ciwanan û sedema koçkirinê’ semînerek hate organîzekirin.
Aktîvîst Mîlan Ednan a tevlî semînerê bûyî têkildarî armanca semînerê ji Rojnews’ê re axivî û got: “Em dixwazin bi riya vê semînerê re ciwanan hişyar bikin û bi ti awayî koçî derveyî welat nekin. Pêwîste ciwan bi xwe guhertinên bingehîn di nava civakê de pêk bînin û hemû hewldanên wan ji bo vê bin. Heta ku hêza xwe di hundir de bi kar bînin, ne ji derve de.”
Mîlan Ednan diyar kir ku koça derveyî welat ji bo ciwanan pirsgirêkê zêdetir dike û bang li wan kir ku koç nekin.
Hêjayî gotinê ye ku li gorî Rêxistinên Lutke ya Karûbarên Penaberan di navbera 2015 û heta 2021’an de 649 hezar û 273 kesan li Herêma Kurdistanê koçî welatên cîhanê kirine. Ji vane 296 kesan jiyana xwe ji dest dane û 216 kes jî windane.