RİHA – Malbata Şenyaşar, di saetên zû yên serê sibehê de hat ber avahiya dadgehê û ev pankarta “2 zarok û hevjînê min li nexweşxaneyê kuştin! Kesek jî girtî tuneye. Bi fermana serdestan kurekî min 4 sal in di hucreya yekkesî de girtî ye. Ji bo kurê xwe bi lezgînî berdanê dixwazim! #JiMalbataŞenyaşarReEdalet ji bo herkesî edalet! (#ŞenyaşarAilesineAdalet Herkes için adalet!)” vekir û bi tevlîbûna parêzer Bulent Dûran daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de Ferît Şenyaşar axivî û ev tişt got: “Êriş li kargeha me hat kirin. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê 3 mirovên me b hovîtî hatin kuştin. Ji ber ku yê kuşt parlamenterê desthilatê ye daraz pêk nehat. Komkujî ne bes bû birayê (Fadil Şenyaşar) me jî 4 sal in di hucreya yekkesî de girtî ye. Biryar niha li Dadgeha Îstînafê ye. Bi dayika xwe re em ê îro nobeda xwe li vir bidomînin. Em ê daxwaz bikin ku bi heyeta ku li biryarê binêre re hevdîtin bikin. Em ê neheqiya ku hatiye kirin vebêjin. Heta ku edalet pêk bê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Piştî daxuyaniyê malbat ji bo ku daxwaznameya îtîrazê ya ji bo berdana Fadil Şenyaşar bide Serokatiya Daîreya Cezaya Îstinafa Duyemîn a Herêma Dîlokê bi Parêzer Bulent Dûran re derbasî avahiya Dadgeha Edliyeya Herêmê û Îdareyê ya Dîlokê bû.