BEHDÎNAN – Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker derdora Komelgeha Wilatjêr ya dikeve herêma Barzan bombebaran kirin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin, balafirên şer yên dewleta Tirk adagirker derdora Komelgeha Wilatjêr ya dikeve ser herêma Barzan ya ser bi Hewlêrê bombebaran kiriye.
Derbarê ziyanan de ti agahiyek nehate bi destxistin.
Dîmenên dema bombebaranê, li ser torên civakî hatin belavkirin.