QAMİŞLO – Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk civîna xwe ya salane li bajarê Qamişlo lidarxistin.
Di bin slogana “Bi rihê ciwanên Apocî emê şerê gelê şoreşgerî bi rêxistin bikin û dagirkeriyê têk bibin” de îro meclîsa ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD civîna xwe ya salane li bajarê Qamişlo li darxistin.
Civînê bi deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên şoreşê dest pêkir, her wiha di civînê de rapora salekê ya kar û xebat hat xwendin û rewşa siyasî û rêxistinî hat nirxandin, û planameya salekê jî hat derxistin.
Di civînê de derbarê kar û xebatên ciwanên PYD ê de û zehmetiyên tên kişandin nêrîn û pêşinyar bi pêşketin û li gorî wê jî çareserî hatin nîqaş kirin.
Di dawiyê de planameya sala nû hat derxistin.
Planamaya ku hate derxistin wiha ye :
1- Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî asta tekoşîna li beramberî dagirkeriyê û zilmdariyê bê bilindkirin û çalakiyên ciwanan bên zêdekiri
2- Ji bo pêşxistina xebatên rêxistin bûyînê di asta bajaran de perwerde bên vekirin
3- Li ser esasê şerê gelê şoreşgerî bi rêxistin kirina ciwanan di gundan de û komîn û meclîsên ciwanan bên ava kirin.
4- Perwerdeyên ciwanan bên zêde kirin
5- Hemû endam cihê xwe di hêza parastinê de cih bigirin
6- Li ser asta gîştî kongireya ciwanên PYD ê bê li darxistin
7- Ji bo Rêbertî meşek dirêj bê li darxistin
Civîna ciwanan bi sloganên “Bijî Serok Apo” bidawî bû.