KOBANÊ – Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Kobanê bi boneya 8’ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar, bi şîara “Emê bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin”
Li bajarê Kobanê ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan ve, ji bo bilindkirina roja têkoşîn û daxwazên jin yên azadiyê ve, bi meşeke girseyî daketin kolanan. Meşa ku li ser riya Helebê li nêzîkî dergeha goristana şehîd Dîcle destpêkirbû, li goristanê bi pêxistina findan ser gorê şehîdan bi dawî bû. Herî dawî li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan daxuyanî hate dayîn
“Ev rojên dîrokî bi felsefeya Rêberê Gelan re xwe hîn zêdetir bi wate û ronîtir kir”
Ji bo raya giştî
Bi wesîleya 8’ê Adarê cejna jinên kedkar ya cîhanî, di serî de li Rêber APO, şehîdên şoreşê û tevahî jinên têkoşer pîroz dikin. Roja 8’ê Adarê ji bo me jinên têkoşer roja têkoşîn û berxwedanê ye. Di ronahiya fikir û felsefeya Reber APO de ev roj girîngiya xwe hîn zêdetir kir û wateya xwe mezin kir, Rêber APO bi pêşxistina felsefeya rêzgariya jinê ve têkoşîna jina kurd di asta pêşengtî derxist, bi durişmeya “Emê bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin”, emê deskeftiyên şoreşa xwe biparêzin, ji ber ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Li dijî Koletiya 5 hezar salan di serxistina jiyana azad de deskeftiyên herî mezin yê vê şoreşê afrandina jina tekoşer re. Bi têkoşeriya jinên Rojavayê Kurdistanê hovîtiya çeteyên DAIŞ û hevkarên wê bi binketin, hîn jî xeterî li ser şoreş û xaka me heye. Bi alîkariya dewleta Tirk DAIŞ’ê dixwaze xwe careke din zindî bike. Em wek jinên ciwan hemû jinên vedixwînin têkoşîna bi redîqal dikin, ji ber ku şoreşa me bi pêşengtiya jinên qehreman wek Şîlan Kobanê, Arîn Mîrkan, Avêsta Xabûr, Viyan û Nûjiyan ve hate avakirin. Xwedî derketina têkoşîna jinên qehreman erkê me ya sereke ye. Di dawî de em 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin.
Bijî Serok APO
Jin jiyana azadiye