MINBIC – Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de, Yekitiya Jinên Ciwan destpêka Adarê bi diruşma “Em bibin yek ku tolê hilînin û dagirkeriyê têk bibin” konê çalakiyê li çerxeriya Sebi Behrat a rojavayê bajêr vegirtiye.
Çalakî bi deqeyeke rêz dest pê kir, dûvre endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Sêdana Henûş bixêrhatina beşdaran kir û Roja Jinan a Cîhanê li tevahî jinan pîroz kir.
Li ser navê Meclisa Leşkerî ya Jinan Fatme Mihemed axivî û wiha got: “Li ser navê Meclisa Leşkerî ya Minbicê em tevahî jinên cîhanê bi vê boneyê ku bi destpêka biharê re tê pîroz dikin û dibêjin her sal li we pîroz be.”
Di çalakiyê de li ser navê Rêxistinên Civaka Sivîl hevseroka Komeleya Çeçen Talîn Necmedîn axivî û ev tişt anî ziman: “Bi rihê berxwedana jina têkoşer, em 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pêşwaz dikin û li hemû jinên ku nûnertiya hêviya mirovahiyê bi kedên xwe dikin, pîroz dikin.”
Li aliyekî din jî endama rêveber a Nivîsgeha Têkiliyên Meclisa Jinan a Sûriyê Rola Osman wiha got: “Li ser navê xwe û navê Meclisa Jinan a Sûriyê Roja Jinan a Cîhanê pîroz dikim. Jin dengê bilind di civakê de ye û têkoşera ji bo pêkanîna wekheviya di navbera jin û mêr de ye.”
Piştre endama Komîteya Perwerdê ya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya Hîbe El-Ehmed ev roj li tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li jinên cîhanê bi giştî pîroz kir û got ruxmî jin di hemû astengiyan re derbas dibin, lê hîna jî bi hêz e û li ber xwe dide û xwe danaxe.”
Di çalakiyê de pêşbaziya bi biskilêtan a jinên ciwan li dar ket.