HESEKÊ – Endamên Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Hesekê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê şanoyek pêşkêş kir. Şano îro li kampa Serêkaniyê hat nîşandan.
Endama Yekitiya Jinên Ciwan Leyla Hisên diyar kir ku şanoya bi navê “Viyan û Nûjiyan” li ser navê her du endamên Yekitiya Jinên Ciwan ku di 25’ê Kanûna sala borî de tevî 4 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger di êrişeke dewleta Tirk a dagirker de li Kobanê şehîd bûne û diyar kir ku ev şano diyarî her du şehîdan kirine.