QAMIŞLO – Bi boneya hatina 8’ê Adarê roja têkoşîna jinên cîhanê, ajansa me Nûçe Ciwan li bajarê Qamişlo li gel jin û ciwanan roportaj girt. Di roportajan de Azadiya Rêberê Gelan derket pêş û jinan diyar kirin ku ewên Rêberê xwe û axa xwe azad bikin.
Her wiha di derbarê vê mijarê de Rîhanê got:
Bi hatina meha Adarê re ya xwedî girîngiyeke pir mezin bi taybet 8’ê Adarê, roja têkoşîn û berxwedaniyê roja jinên şoreşger berxwedêr û kedkar pîroz dikin. Ji salên 1857 an heya niha ev dîroka bi nirx û pîroz her tê bibîranîn. Bi riya fikir û felsefeya Rêber APO, di şoreşa Rojava de têkoşîna azadiya jinê bilind û geş bû. Li hemû deverê gelek çalakû pîrozbahî ji bo 8’ê Adarê tên li dar xistin. Jinan li bajarê Qamişlo bi slogana em bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgarbikin.
Em jî bi boneya 8’ê Adarê li jinên şoreşger, berxwedêr û kedkar jinên ku roj bi roj ji bo bilindkirina asta têkoşînê ked dane pîroz dikin. Bi taybetî li rê berê mirovahiyê mîmarê azdiyê rêberê ku ronahî da tarî tiya jin. Nameya me wekî rêxistina jin kongra star emê her kes li qada bin ji ber ku Rêber Apo yê ast û zanist da ji ber vê yekê emê li qada bin, da ku em tecrîdê bişkînin. Nemeya me ji bo sala 2022’an ku em rêberê xwe û herêmên xwe yên dagikirî rizgar bikin û pê re azad jiyan bikin.
Di heman demê de Efaf Hesekê axivî û got:
Weke tê zanîn em derbasî Adarê dibin di vêmehê de cejna jin jî tê pîrozkirin, ji yekê Adarê heya 8ê Adarê amadekarî jê re tê kirin em jî wek festîvala jin 1 û 2 Adrê hemû jin beşdar bûn he milê wêje de hem milê huner de gotar û helest û h.w.d. Festîvala me du rojan dewam kir. Armanca me ji vê festîvalê wekî qada çandê hunera jin bighînin her derê û rengê wê bidin diyarkirin em dîsa 8ê Adarê pîroz dikin.
Basil Gêrit jî got : Beriya şoreşê reng , azadî û nirxê jinê tune bû, lê piştî şoreşê mafê jinê Çêbû em jî bi vê nerînê re ne ji ber ku bê jin hebûn tune ye . Ez 8ê Adarê li hemû jinan û R. APO pîroz dikim.