NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya QSD`ê duh li ser malpera xwe ya fermî têkildarî îdiayên dezgehên çapeemeniyê yên dewleta Tirk daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya QSD`ê hate gotin: “Gotegot û îdiayên dezgehên ragihandinê yên dewleta Tirk ku me şervanên xwe şandine UKraynayê, derew in û tenê hewldanên bêhêvî ne ku dixwazin navê hêzên me xirab bikin. QSD hêzeke nîştimanparêz û sûrî ye, ji bo parastina xakê û gel tê dikoşe û li dijî êrişên hêzên terorîst û dagirker disekine. QSD bi hemû hêza xwe, erka xwe bi cih tîne û dê pêk bîne.”