HESEKÊ – Yekîtiya Jinên Ciwan şanoya xwe ya gerok, a ku ji bo Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar hatibû plankirin, hîn jî didomînin.
Yekîtiya Jinên Ciwan îro di nava rojê de du caran şanoyê xwe pêşkêş kirin, carekê li Til Mejda, niha jî gihîştin gundê Sifeyê. Li van herdu cihan bi coşeke mezin jinên şanoya xwe pêşkêş kirin.
Şanoya jinên ciwan li gundê Sifeyê bi siloganên “Bijî Serok Apo û Jin Jiyan Azadî” ve bi dawî bû.