ŞEHBA – Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê îro li kantona Şehbayê şahiyek li dar xist.
Bi sedan jinên koçber ên ji Efrîna dagirkirî beşdarî şahiyê bûn. Komên Şehîd Nûjan Serdoz û Şehîd Hêva ên muzîkê û koma govendê berhemên xwe pêşkêş kirin.
Her wiha Koma Şehîd Nûjiyan Ocelan a zarokan govendek gerand û Koma Şehîd Viyan Kobanî jî stran bi erebî gotin. Di dawiyê de jî koma Şêrawayê ya muzîkê stranên kurdî gotin û koma Şehîd Axîn Welat a Şehbayê jî govendeke pêkhateya Ereb pêşkêş kir.