HESEKÊ – Bi boneya Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar 8’ê Adarê, li seranserî Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyê ve, jin di nava tevgerê de ne.
Îro jî li kantona ji aliyê Yekîtya Jinên Ciwan û Kongra-Star ve meşeke girseyî hate li darxistin. Meş bi tevlîbûna jinên ciwan, jin û dayîkan ve, ji baxçeya Rêberê Gelan destpêkir û heya cihê şaradariyê bi dawî bû. Li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan Evîndar axivî û di nava axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna jinên kurd di roja me ya îro de.
Endamê Yekîtiya Jinên Ciwan Evîndar axivî û got;
“Ez 8’ê Adarê li Rêber Apo, dayîka şehîdan, tevahî jinan û li şervanên azadiyê pîroz dikim. Di destpêkê de soz didin ku emê li ser xeta Rêber Apo û şehîdên xwe ve dewam bikin, emê çekên xwe rabikin û li kêleka şervanên azadiyê ve şer bikin. Bi taybet di van demên dawî de di nava pêngava Gurzê Gelan de yê ku di xeta pêş de cihê xwe li kêleka şervanan girt, jin bûn. Di xeta pêş ya têkoşînê de cih girtin û wê bigirn jî. Hêza jinên kurd xwe di hemû qadên leşkerî, siyasî û civakî de da ispatkirin. Jinên kurd bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe gihand vê roja mezin. Dîsa em soza berdewamiya xeta Rêber Apo û şehîdan ve didin. Emê hertim li kêleka hêzên xwe yên leşkerî cihê xwe bigrin û emê gav paş ve nevêjin. Herî dawî dîsa 8’ê Adarê li tevahî têkoşeran pîroz dikim.”